Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd xelkê Kimanşanê bi destê hêzên rejîma Îranê hat kuştin

15:43 - 9 Îlon 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî Îranê, cimanekî Kurd xelkê gundê Dewletabad a Kirmanşanê bi gumana alavê qaçax, kuştin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, roja Duşemî 8’ê Îlona 2014’an, Areş Xoda Muradî ciwanê Kurd, xelkê gundê Dewletabad a Kirmanşanê, li nêzî gundê Zalwab a ser bi bajarê Riwanserê ku di tirombêla xwe de bû bi gumana kelûpelên qaçax bi gulleyên raste rast ên hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê hat kuştin.

Salane hemwelatiyên Kurd li ser sînor û li ser riyên Kurdistanê bi gumanên cur ba cur, bi destê hêzên rejîma Îslamî a Îranê, tê kuştin.

Ji aliyek din ve, roja Yekşemî 7’ê Îlona 2014’an, hemwelatiyekî Kurd xelkê Qesra Şîrîn bi sedema teqîna meyînên çandî ên serdema 8 sal şerê Îran û Îraqê, bi tundî hat birîndarkirin.

Şêrzad Hişmetiyan xelkê Qesra Şîrîn a ser bi parêzgeha Kirmanşanê bi sedema meyînên çandî bi tundî hat birîndarkirin û bo nexweşxaneya bajarê Kirmanşanê hat veguhastin.

Parêzgehên Urmiye, Kirmanşan, Sine û Îlam zaftirînên deverên mînrêjîkirî ne li gor parêzgehên din ên Îranê ku salane hejmarekî zaf ji hemwelatiyên Kurd bi sedema mayînên çandî ên serdem şerê Îran û Îraqê tê birîndarkirin û kuştin.