Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“PYD”ê “Mistefa Cuma” serbest berda û lêborîn xwest

16:45 - 26 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Serokê Partiya Azadî “Mistefa Cuma”, du rojan berî niha ji aliyê “PYD”ê ve hatibû destbiserkirin û duh bi midaxileyên herêma Kurdistanê û Encumena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê serbest hat berdan.

Piştî ku “Mistefa Cuma” ji destên çekdarên “PYD”ê rizgar bû, di got û bêjekê de li gel malpera “Avêstakurd” axiftinek kir û got: “PDY” bi hin tawanên derewîn ku partiya me dijatiya wan dike, ez destbiser kirim. Lê ew tawan gişt nerast in û me tiştek li dijî wan nekiriye û ew in ku zulmê ji me dikin.
Mistefa Cuma got: Piştî ku heyeta Encumena Nîştimanî a Kurd Li Sûriyê midaxile kir û hatin cihê ku ez lê hatî ragirtin, me lihev kir û “PYD” daxwaza lêborînê kir û ez serbest berdam.
Navbirî li ser vê yekê ku ew dê di pêşerojê de bikarin li gel “PYD” lihev bikin got: “PYD” di gotinên xwe ne ne sadiq e û ez ji wan bawer nakim ku bikarin di pêşetrojê de bihevre bin lê hêvî dikim ku ew tişt çêbe.


Tometên ku “PYD” bi “Mistefa Cuma” Serokê Partiya Azadî û Cihgirê Serokê Encumena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê dabûn, hin belge bûn ku li ser wî komkiribûn û yek ji wan ev e ku “Mistefa Cuma” di hin civînan de beşdarî dike ku nûnerê Turkiyê tê de ne.


Lê di vê derheqê de navbirî dibêje ku tometên “PYD” li ser min nerewa ne û gişt wan direw in.

Navbirî got ku rewşa wî baş e û tu zirar negihîştiye wî. “Mistefa Cuma” bo Qamîşloyê hatiye vegerandin. Navbirî li ser gaziya Serokê Herêma Kurdistanê “Mesûd Barzanî” dixwast derbasî herêma Kurditaanê bibe ku ji aliyê çekdarên “PYD”ê partiya ser bi “PKK” çiqa Rojavaya Kurdistanê ve hat destbiserkirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê