Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka pêşmergeyekî PDKÎ li Pîranşehrê koça dawiyê kir

18:37 - 4 Çirriya paşîn 2014

Kurdistanmedia: Xanima Ayîşe dayîka şehîd Îsmaîl Bagirdan, xelkê bajarê Pîranşehrê bi sedema qezaya terafîkê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Duşemî 3’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, xanima Ayîşe dayîka şehîd Îsmaîl Bagirdan seba bûyera terafîkê wefat kir, termê Meta Ayîşe di nav aporaya xelkê deverê te bi axê sipard in.

Şehîd Îsmaîl Bagirdan sala 1342’an a Rojî li Pîranşehrê ji dayîk bûye û di şerekî qehrimanane de li bervara 5’ê Pûşpera 1365’an a Rojî li devera Qulgule ya bajarê Seqizê hat şehîd kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karê wê dike û xwe di xem û kovana wan de bi pişikdar û şerîk dizane.