Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Areş Salih: Avakirina Îranekî fîderal, sîkolar û demokrat tenê riyeke bo xelkê Îranê

19:31 - 11 Kanûna pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Areş Salih, nûnerê PDKÎ li welatê Amerîkayê, tevî şêwimend Robêrt Pîtînger endam kongirê Amerîka hevdîtinek lidarxist.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 9’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Areş Salih li Amerîkayê ligel Karolayîn Barbî şêwirmendê endamê kongireya Amerîka Robêrt Pîtînger hevdîtin kir.

Di vê civînê de li ser dîroka PDKÎ li destpêka komara Kurdistanê heya îro, rewşa mafê mirov li Îranê bi giştî û bi xasmanî Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên DAÎŞ’ê bo ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û bandora Sipaha Pasdaran li ser deverê û Rojilata Navîn û herwiha desttêwerdanên rejîma Îslmaî ya Îranê li welatê derdor wek Sûriye, Îraq û Sûdan û ....hwd, axaftin hat kirin.

Ji aliyek din a vê rûniştinê de basek li ser destpêre gihîştina rejîma Îranê bi çeka navikî û rûniştinên bê encam ên Îranê ligel welatên Ewropa û Amerîkayê (5 + 1), hat kirin.

Di dawiyê de Karolayîn Barbî got ku endamê kongerê, Pîtînger hemû demek li beramber pirsgirikên nav Îranê hestiyar bûye û bi hûrî pêdeçûn bi pirsgirikên pêwendîdar bi Îranê ve kiriye, herwiha got di pêşerojeke nêzî de pitir emê girîngî bi kêşeyên gelên Îranê bidin, lewma hewceye li wî warî de dibe pêwendiyên me bidomin.