Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê civîna dostên Sûriyê bi “yekalî” û “ne exlaqî” da zanîn

15:48 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Piştî ku Amerîka li hember piştevaniya Rûsiyê û Çînê ji rejîma Sûriyê ragihand ku gerek ew du welat bedelê bidin, Rûsiyê civîna “Dostên Sûriyê” bi yekalî û “ne exlaqî” da zanîn.


Rûsiyê di bersiva gotinên Wezîra Karê Derve a Emerîkayê “Hîlarî Klinton”ê de ku gotibû: Gerek Rûsiye û Çîn bedel bidin, Berdevkê Wezareta Derve a Rûsiyê got: Em heta niha beşdarî civîna bi navê “Dostan” hatiye binavkirin nebûne.û civîna “Dostên Sûriyê” yek alî û ne exlaqî ye.
Berdevkê Wezareta Rûsiyê diyar kir ku ev civîn dê pevçûnan li Sûriyê de kûrtir bike û got welatên “Dostên Sûriyê” a ku Emerîka û hevalbendên xwe ji dijberên Sûriyê re ava kiriye, dê tund û tûjî û pevçûnên 17’ mehan li Sûriyê berdewam dikin, kûrtir bike.
Wî got:Civînên “Dostên Sûriyê” wê tenê dibe sedema berdewamkirina rijandina xwînê di wî welatî de.

23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo