Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ serdana Komelê a Rêkxistina Kurdistanî a Partiya Komonîst a Îranê kir

19:57 - 21 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ serdana Komelê a Rêkxistina Kurdistanî a Partiya Komonîst a Îranê kir.

Li gor raporta malpera Kurdistanmeida, roja Sêşemî 20’ê Çileya Paşîna 2015’an, şandek ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ serdana Komelê a Rêkxistina Kurdistanî a Partiya Komonîst a Îranê kir û ji aliyê Seîd Îbrahîm Elîzade sekreterê wî partiyê ve hatin pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de li ser komek pirsên pêwendîdar bi Îranê û Kurdistanê û rewşa devera Rojhilata Navîn bi giştî û her yek ji parçên Kurdistanê bi xasmanî û ev pêngavên ku di pêşrojê de îş li ser têkirin bo hevhizrî û alîkariya aliyan bas li ser hatkirin û her du aliyan bas û nerînên xwe anîne ziman.

Her du şandan di vê hevdîtinê de li ser pirsa hundirî a Îranê hevdeng bûn ku bo hilbijartina pêşerojê ya Meclisa rejîma Îranê ku her niha de hinek kes û alî bazargermiyê bo dikin û dixwazin sozên pêşîn ên rejîma Îranê ku dabûne xelkê ji bîra wan de bibin.

Di pişkeke din a axaftinên pêwendîdar bi beşên din ên Kurdistan û çawaniya helwstên aliyan ji ber xebata neteweyî di vî beşî de û ew metirsiyên li ser deverê hene her du alî yekdeng bûn ku helwêsteke hevpar û eşkere hebin.