Kurdistan Media: Nesrîn Qasimlû, hevjîna şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlû, bûyer û karesatên hevşêweya mirina Ferînazê bi siyaseta giştî û armancdar ya rejîma Îslamiya Îranê da zanîn.
Nesrîn Qasimlû di nameyekê de nerihetî û bêzariya xwe li hember mirina biguman a Ferînaz Xusrewanî û rejîma Îranê nîşan da.
Deqa nameya Nesrîn Qasimlû bi vî awayî ye:
Ew bûyera ku li hotel Tara ya bajarê Mehabadê de qewimî û mirina Ferînazê bi dû xwe re anî, eyankerê kakil û naveroka hikûmeta Îslamiya Îranê ye.
Ew rejîma ku bi navê ol ve hikûmetê dike û îdeaya “berdewamî û nemiriyê” dike, destê gurûp û dardestên xwe jib o kuştin û afirandina cinayetan vekirî hiştiye. Ya rast ew e ku melayên hakim di Îranê de bûne cihê şerm û rûreşiyê jib o meseb û herweha welatê Îranê.
Mixabin, taze tu kes nikare jiyanê bi Ferînazê bibixşîne. Ez jî tevî nîşandana hevxemiya xwe li ge malbata Ferînazê li dor canemerghiştina wê de, kerb û nifret û bêzariya xwe jî, jii rejîma cinayetkar a Komara Îslamî tînim ziman û xwe jî bi şirîka xemên malbata Xusrewanî û xelkê Kurdistanê dizanim.
Nesrîn Qasimlû, hevjîna nemir dr. Ebdulrehman Qasimlû
Parîs
12`êGulana 2015`an