Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawîn ya bavê şehîdekî riya azadiya Kurdistanê

15:20 - 5 Tebax 2015

Kurdistan Media: Bavê şehîdekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Sine koça dawiyê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja yekşemî, 2’ê Tebaxa 2015’an, “Hesen Mewlayî” bavê Şehîd “Mensûr Mewlayî” li temenê 79 saliyê de bi sedema danemr bûnê jiyana xwe ji dest da.

9821.jpg
Hesen Mewlayî

Termê mam Hesen li nav girseya xelkê deverê, xizm û kes û kar û hevalên wî de bi axê hate sipartin.

Şehîd Mensûr Mewlaî di sala 1340’î a rojî li gundê “Bamava” ya girêday bajarê Sine hatibû dinê û navbirî paşan tevlî refên pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bibû û di sala 1361’a rojî de, di şerekî qehremanane bi dijî hêzên rejîma Îranê li cihek bi navê “Keresî” şehîd dibe û gora wî jî li Kaşter’ê de ye.

Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê sersaxiyê ji malbat û kes û karên mam Hesen dike û xwe bi şirîkê xem û kovanên wan dizane.