Kurdistanmedia: Rêûresma vekirina pêncemîn kongireya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê li jêr navê “Rasan” hate lidarxistin.
Li gora rapora ku gihaye malpera Kurdistanmedia, Roja Pêncşemiyê 23’ê Rezberê, rêûresma vekirina kongireya pêncemîn ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê, bi amadebûna endamên Yekîtiya Xwendekaran û nûnerên hilbijartî yên kongireyê û Birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ bi rê ve çû.
Ew rêûresm bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan dest pê kir.
Di dirêjiyê de, peyama destbikarbûna kongireyê ji aliyê “Fatime Osmanî” endama heyeta avaker ya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ve hate xwendin.
Piştre peyama Deftera Siyasî ya PDKÎ ji aliyê Hesen Şerefî ve hate xwendin.
Di beşeke din ya rêûresmê de, peyama Kongireya Neteweyên Îrana Federal ji aliyê Omîd Ebdî ve hate xwendin.
Birêvebirina çend stranên Kurdî ji aliyê Xulam Fatihî ve, ji beşên din ên rêûresma vekirina kongireya naskirî bi “Rasan” bû. Rasan di zimanê Kurdî de, tê wateya “berxwedan”.
Yekîtiya Xwendekarên demokrat ên Kurdistana Îranê, bi armanca bersivdana bi hewcehiya rêkxistinê û organîzekirina tevgera xwendekarên Kurd di rastaya veguherîna wê ji bo tevgereke serûber , di 23.11.1383 (2005)’an û ji bo kanalîzekirina xebat û çalakiyên xwendekarî yên xwendekarên Kurd, û ji bo jiyaneke azadane û mirovî, û gihîştina bi mafên neteweyî û pêşîgirtina ji jihevbelavbûna hêza mirovî ya xwendekarên Kurd hatiye avakirin.