Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê parlementoya rejîmê: Binpêkirina mafên mirovan û terorîzm, wekî pirsa navikî nîne ku em çavpoşiyê lê bikin

20:58 - 25 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Yek ji nûnerên parlementoya rejîmê dibêje ku hekî her yek ji endamên 1+5 bixwazin ku bi her hêcetekê be, çi bi hêceta mafên mirovan yan jî terorîzmê, dorpêçan bixin ser me, emê jî dev ji “bercame”ê berdin.

Mensûr Heqîqetpûr cihgirê birêveberê Komîsyona Tenahiya Neteweyî û Siyaseta Derekî ya parmentoya rejîmê di gotûbêja digel Ajansa Nûçegihaniya “Mêhr” de, tevî amajekirina bi dengdana erênî a Amerîka û Brîtanyayê bi du biryarnameyên mafên mirovan li dijî rejîma Îranê di komîteya mafên mirovan a Kora Giştî ya NY de, ragehand ku: “Komara Îslamî tu carî di pênasekirina çemka terorîzm û mafên mirovan de, digel Rojavayiyan li hev nake, lê pirsa navikî, çarçove û qewareya zanistiyane û bi kiryar ya taybet bi xwe heye ku li ser vê binemayê em danûstandinê dikin”.

Li gora raporan, Şêvra Birêvebiriya Ajansa Navneteweyî ya Têhna Navikî biryar e ku di nîveka meha Çileya Pêşîn de, bi armanca nirxandina li ser “P.M.D” (biyavên leşkerî) û pirograma navikî ya Îranê civînekê li dar bixe.