Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsma’îl Bêşikçî: Take rêya bidestxistina mafên Kurdan, ragehandina dewleta Kurdî ye

20:59 - 26 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedi: Şandeke PDKÎ di rêûresma avakirina Nawenda Rewşenbîrî ya Îsma’îl Bêşikçî, kesatiyê naskirî ê Turk, li bajarê Hewlêrê de pişikdarî kir.

Lirorî nûçeya gehişî destê Kurdistanmedia yê, roja Çarşemî berwarê 4’ê Sermawez a sala 1394’an a Rojî, şandeke PDKÎ bi serperestiya Kerîm Perwîzî endamê Deftera Siyasî yê PDKÎ, di rêûresma avabûna nawenda rewşenbîrî ya Îsma’îl Bêşikçî ku, li salona Pêşewa ya bajarê Hewlêrê de hate lidarxistin, beşdar bûn.

Piştî ku rêûresmê bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” dest bi akrê xwe kir, nûçegehanê Kurdistamedia yê di cihê rêûresmê de ragehand ku, rêûresm bi pişikdariya hejmareke berçav ji partiyên Kurdistanî û kesatiyên siyasî û edebî ên Kurdistanê birêve çû.

Di despêkê de “Îbrahîm Gurboz” serokê Enistîtoya Bêşikçî çend gotinek pêşkêş kirin û têde ragehand ku Enistîtoya Bêşikçî wê di warên wergêran a pirtûkên Kurdî ya Soranî bo ser Kurmancî û berewajî ji Kurmancî bo ser Soraniyê, çap û belavkirina pirtûkan, komkirina nivîskar û torevanên Kurdan û herweha nasandina kiltura Kurdan bi cîhana derve çalakiyan dike. Di beşek din a gotinên xwe de navbirî eşkere kir ku beşa malî ta enistîtoyê ji aliyê “Ye’qûb Sût” ve hatiye dabînkirin û herweha tewahiya kesên ku di enistîtoyê de kar dikin, xwebexş in.

Pişt re çend kesatiyên siyasî û edebî ên Kurd derheq bi avabûna Nawenda Rewşenbîrî ya Bêşikçî li bajarê Hewlêrê çend gotinek pêşkêşî beşdaran kirin.
Her di vê derheqê de Newzad Hadî yê parzêgarê Hewlêr, ev pêngava wezareta Lawan û Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand û raygeyand ku, girîngîdana bi hizr û raman û edeb û kilrûta Kurdî, dibe sedema vê yekê ku îro rojê netewa me pitir li cîhanê bê naskirin.

Di beşa din a rêûresmê de serokê akademiya zimanê Kurdî çend gotinek pêşkêş kirin û têde tekez liser vê kiri ku em hemû gerek hewil bidin ku zimanek tevalî ya Kurdî bo nivîsandinê bê damezirandin û di bin bandora tu hêz û aliyeke siyasî de nebe û, eva ji bi xwe hêsankariye bo avakirina dewleta Kurdî.

Di dawiyê de Îsma’îl Bêşikçî kesatiya siyasî û civaknas û dostê gelê Kurd, baseke dewlemend liser ziman û edeba Kurdî û bandora wê liser hizra netewî pêşkêş kir.
Bêşikçî ragehand ku di her welatekê de piştî hêza leşkirî, hêza ziman û kultûr e, lewra gerek netewa Kurd jî pitir girîngiyê bide ziman û edeba Kurdî.

Navbirî di doma gotinên xwe de ragehand ku gerek em bi xwe mafê qedera xwe diyarî bikin û, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gerek ji rêya danûstana tevî dewleta Bexdayê mafê xweseriya xwe bisitîne, jiber ku eva mefeke rewa ya gelê Kurd e û, hekî dewleta bexdayê jî vê mafê nede, hewce ye ku hikûmeta Bexdayê yek alî û bi tenê xweseriya xwe ragehîne.

Navbirî herweha got ku rêya herî baş ev eku YNK û PDK weke du hêzên serek ên Kurd li Başûrê Kurdistanê careke din lihevkirina sitratejîk ya di navbera xwe de derxin hol û liser mijara xweseriya Kurdan lihev bikin. Jiber ku take rêya sitandina mafên Kurdan, ragehandina dewleta xweser e.

Di dawiyê de Bêşikçî kêfxweşiya xwe derheq bi avabûna vê nawenda rewşenbîrî nîşan da û hêvî xwest ku di pêşerojê de pitir bikare di warê edeb û kiltûr de xizmetê bi gelê Kurd bike.

Bêşikçî jidyîkbûya 7’ê January ya sala 1939’an a Zayînî ye di malbateke Turk de hatiye dinê. Navbirî take civaknasê ne Kurde ku hemû jiyana xwe di pêxema xizmeta bi gelê Kurd re terxan kirye.

12687.jpg

12688.jpg

12689.jpg

12690.jpg

12691.jpg