Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî dilsoz yê PDKÎ çû ser dilovaniya xe

20:23 - 16 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Endamekî dilsoz yê PDKÎ bi sedema nesaxiyê, li bajarê Urmiyê çû ser dilovaniya xwe.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, roja Duşemî berwarê 23’ê Sermawez a sala 1394’an, “Xelîl Bîtarî” kurê Faris xelkê gundê “Hisar” ya devera Berandêj a Urmiyê, di temenê 74 saliyê de koça dawiyê kir.

Rêzdar Xelîl weke hevkar û endamekî dilsoz yê PDKÎ di warên curbicur de çalakî û tekoşîna xwe dimeşand û heya roja dawiya jiyana xwe bi rêbaza partiya xwe wefadar ma.

PDKÎ bi vê boneyê ve sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên navbirî û xwe di xem û kovana jidestana wî de pişikdar dizane.