Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kernevala Kolnê rastî destdirêjiyên cinsî hat

22:11 - 6 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Serbarê vê ku di bin rewşek ewlehî de hate lidarxistin, lê polîsê Kolnê ragehand ku, di yekemîn roja Kernevala Kolnê de, 220 gilîname hatine tomarkirin û di vê derheqê de jî 180 kes hatine binçavkirin.

Navendên nûçegihaniyên Almaniyayê ragehandin ku, di yekemîn roja Kernevala binav û deng a Kolnê de, bi aliyê kêm ve 22 destdirêjiyên cinsî bo ser jinên beşdar di Kernewalê de hatine kirin.

Eva di demekî de ye ku di Kernewala sala derbazbûyî de, 10 keysên destdirêjiyê hatibûn tomarkirin.

Polîsê Kolnê herweha ragehand ku di yekemîn roja Kernewalê de 180 kes hatine binçavkirin û, herweha 11 polîs jî di dema binçavkirina tawanbara de hatine birîndarkirin.

Hate ragehandin ku di roja yekem a Kernewalê de, serbarê acizkirina xelkê û destdirêjiyên cinsî, gilînameyên curbicur ên weke diziyê jî gehiştine destê polîsê bajarê Kolnê.