Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê şehîd Seyîd Riza Dirûdger endamê pêşîn ê Komîteya Nawendî a PDKÎ di goristana şehîdan a PDKÎ de, bi xaka pîroz ya nîştiman hate spartin

21:41 - 22 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Piştînîvroya roja Pêncşemiyê 30’ê Banemerê, termê şehîd Seyîd Riza Dirûdger endamê pêşîn ê Komîteya Nawendî a PDKÎ bi beşdariya Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ, endamên rêberî, û kadr û pêşmergeyên PDKÎ, û komeke berçav ji mêhvanan piştî “rêje û sana leşkerî” bona rêzgirtina ji xebat û tekoşîna wî, li goristana şehîdan de bi axê hate spartin.

Piştre Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ bi nûnertiya Deftera Siyasî a PDKÎ çend gotinek pêşkêş kirin.

Hesen Şerefî di destpêkê bixêrhatina hemû hizb û aliyên siyasî û kesayetiyan û mêhvanên beşdarbûyî di vê rêûresmê de kir, û got: “Em hemû bi sedema xema jidestdayîna kak Seyîd Riza Dirûdger li vir kom bûne, da ku termê navbirî bi xaka pîroz ya nîştiman bispêrin ku ew bi wateya xwe ya rastîn, kesekî sadiq û têkoşer bû”.

Piştre Şine Dirûdger keça şehîd Seyîd Riza Dirûdger çend gotinek pêşkêş kirin, û di axivtina xwe de spasiya hemû endamên PDKÎ kir, ku di xema jidestdana şehîd Seyîd Riza Dirûdger de, beşdar bûne û got: “Şehîdbûn û jidestdana bavê me, xemeke giran bû, bo hemû malbata Demokrat”. Wê herwisa îşare bi gotineke Dr. Qasimlo kir û got: “Herwekî ku şehîd Dr. Qasimlo kerem dike: karwanê şehîdên me dirêj e, û renge ji vê hindê jî dirêjtir be, lewra emê jî bi hemû hêz û vîna xwe, berdewam bin li ser xebatê, heya gihîştina bi rizgariya neteweya xwe”.

Roja Înê 6’ê Gulanê kadrê pile yek ê PDKÎ, Seyîd Riza Dirûdger bi sedema sekinîna dil, li bajarê Bêrgên a Norwêjê de, piştî çend salan dûriya ji welat , û berberekaniya digel mirinê, dilê wî ê mezin ji lêdanê ket, û doma rê û şopa xwe ya pîroz bi heval û hevçeperên xwe di PDKÎ de spart.

14965.jpg

14966.jpg

14961.jpg

14962.jpg

14963.jpg

14967.jpg

14968.jpg

14969.jpg

14970.jpg

14971.jpg

14972.jpg

14973.jpg

14974.jpg

14975.jpg

14976.jpg

14978.jpg

14979.jpg

14980.jpg

14981.jpg

14982.jpg

14983.jpg

14984.jpg

14985.jpg

14986.jpg

14987.jpg

14988.jpg

14989.jpg