Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevalbendê herî nêzîk li Erdoxan, bûye Serokwezîrê Turkiyê

21:16 - 23 Gulan 2016

Kurdistanmedia: Piştî birêvebirina kongireya avarte ya AKP’ê û hilbijartina Yildirîm weke serokê AKP’ê û serokwezîrê Turkiyê, Receb Teyîb Erdoxan jî serokwezîriya navbirî pejirand û bi vî awayî deshilata Turkiyê wê zêdetir di destê serkomar de kom dibe.

Bînaylî Yildirîm ku heyamê 10 salan wezîrê “Veguhastin”ê ya dewleta Erdoxan bûye, piştî dest jikarberdana Ehmed Dawûdoxlû yê serokwezîrê berê yê Turkiyê, di kongireya avarte ya APK’ê de weke serokê nû yê partiyê hate hilbijartin.

Yildirim piştî ku serkokwezîrîtiya wî ji aliyê Receb Teyîb Erdoxan ve hate vajûkirin, ragehand ku, “Di demeke nêzîk de ezê serdana Amed û Başûrê Rojhilatê Turkiyê (Kurdistan) bikim, da ku ji nêzîk ve êş û elemên wan hemwelatiyan bibînin ku tevî komkujiyan berbirû bûne”.

Serokwezîrê nû yê Turkiyê herweha soz da ku wê li ser şerê li dijî “Tundrew” û “Girûpên Îslamî” û herweha “Cudahîxwazên Kurd” berdewam be.

Binaylî Yildirim ku yek ji kesatiyên herî nêzîk ji Receb Teyîb Erdoxan tê hesibandin, di yekemîn gotara xwe de ragehand ku, ezê piştevaniya siyasetên serkomar bikim û gerek deshilatên Turkiyê di destên serkomar de kom bibin.

Eva di demekî de ye ku, mijara herî sereke ku bûye sedema serhildana nakokî û aloziyên di navbera Erdoxan û Dawûdoxlû de, ku di encam de destjikarberdana Dawûdoxlû jê ket, zêdekirina deshilata serkoma û bi giştî guherîna sîstema Turkiyê bo serkomariyê bû.

Bînaylî Yildirim ku yek ji kesatiyên herî naskirî di AKP û Turkiyê de ye, hevdem yek ji damezrênerên hizba AKP’ê ye û çaxê xwedi serkewtina AKP’ê di Turkiyê de rolek mezin lîztiye.