Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyên siyasî ên jin di girtîgeha Êvînê de nameyek ji balyozên welatan re şandin

16:16 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Du girtiyên siyasî ên jin bi navên Gulrox Îrayî û Fatimê Dayimî, piştî serdana balyozên welatên derekî bo vê girtîgehê, nameyeke servekirî bo wan berpirsyaran şandin, û tê de bas ji rewşa nebaş ya girtîgehê û mafê girtiyan kirin.

Wan du girtiyan daxwaz kiriye ku serdana balyozan nabe pêştir pilana wê hatibe danîn, belkû dibe ji nişkêve be, da ku ew bikarin rastiya ku rojane di girtîgehan de derbaz dibe bi çavê serê xwe bibînin.

Li gora rapora nûçegihaniya HRANA heyeteke 45 kesî ji 45 balyozên welatên derekî li ser vexwandina Saziya Girtîgehên Îranê, û navendên mafê mirovan a Îslamî, serdana girtîgeha Êvînê kirin.

Di beşeke vê nameya gertiyên siyasî ên jin di Êvînê de hatiye: Hûn balyozên welatan ku hatine gazîkirin da ku serdana beşên ragirtina girtiyên mêr di girtîgehê bikin, bi xwe baş dizanin ku heyameke zêde ye, ku bi sedema binpêkirina mafê mirovan, Îran û bi taybetî Saziya Girtîgehên Îranê rastî tehrîman hatine. Bi salan e ku ji aliyê Îranê ve, îzin bi nûnerên NY Ehmed Şehîd û Asime Cehangîr nehatiye dayîn, ku serdana Îranê bikin, û niha hûn bizanebûn yan nebizanebûn, bûne bilindgoya berevajî nîşandana rastiyan di girtîgeha Êvînê de.

Di beşeke din de hatiye: Gelo hûn agehdar in ku girtîgeha Êvînê ji çend bend û destbisergehan pêk hatiye? Gelo we kariye bendên 209 a ser bi Wezareta Îtila`atê, û benda 2-A ya ser bi Îtila`ata Spahê û benda 241 ya ser bi Dezgeha Dadweriyê bibînin? Gelo we serdana bendên kitekesî (takekesî) ên bê pencere û bê serwîsên tendurustiyê kir, yan na? Gelo we karî hûn serdana reşçalên wan, û odeyên teng û tarî û ên lêpirsînê bikin yan na?

Di beşeke din ya nameyê de ew pirs ji wan balyozan hatiye kirin, ku me zaniye rojnameyan ji zimanê we ve bas ji ecêbgirtîmana we derheq rewşa baş ya girtîgehê kirine, gelo çima we serdana benda jinan nekir, gelo çima we bas ji hejmara destbiserkirinan, heyama ragirtina girtiyan di bendên takekesî û şêweya lêpirsînan û cur û metodên îşkenceyên derûnî û fîzîkî nekiriye?

Di dawiya vê nameya dûr û dirêj û rastiyên ku bandorê li derûna her mirovekî xwedîvijdan û azadîxwaz dike, hatiye: Rejîma Îranê hûn gazî kirin da ku we bo armancên xwe bi kar bînin, û ew jî derev nîşandana raporên navendên mafê mirovan û navendên navneteweyî derheq rewşa xirap ya girtîgehên Îranê ye.

Lê niha ku we dikarî û dikarin, bi nîşandana dîmeneke rasteqîne ji girtîgehên Îranê, ne dîmeneke derevîn û sembolîk, rewşa wan baştir bikin, em daxwazê li we dikin, ku daxwazê ji Saziya Girtîgehên Rejîma Îranê bikin, ku vê carê rê bidin ku reportera NY serdana Îranê û girtîgehan bike, û ji nêzîk ve digel girtiyên siyasî û çalakên civakî qise bikin, da ku ratsiyan bi cavê serê xwe bibînin.