Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Rejîma Îranê lihevkirina etomî wekî xwe cîbicî nake

16:51 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Trump serkomarê Amerîkayê ragehand ku emê bi awayekî gellek hûr kar li ser Bercam bikin, û Îranê wekî xwe rêkevtina etomî cîbicî nake.

Her di vê derheqê de, Tîlirson jî ragehandiye ku emê pêdeçûnê bi ser vê rêkevtinê de bikin, lê berpirsyarên rejîma Îranê ragehandine ku Îranê ew rêkevtin digel Amerîkayê de kiriye, û Trump nikare ser ji nû deskariya cewhera vê lihevkirinê bike.

Serbarê vê ku Mogrînî berpirsyara siyaseta Derve ya YE jî ragehandiye ku bercam lihevkirineke navneteweyî ye, û NY û YE ew yek erê kirine, lê Amerîka pêdagir e li ser hiloşandina wê, û Trump cardin din ew rêkevtin wekî rêkevtina herî xirap bi nav kiriye, ku di berjewendiya rejîmê de bûye.

Piştî vê rêkevtinê serbarê wê ku berpirsyarên rejîmê qewl dan ku rewşa jiyana xelkê baştir bikin, lê piştî derbazbûna du salan bi ser îmzekirina Bercamê, xelk zêdetir ji berê di destê hejarî û destengiyê de dinalîne.

Çavdêrên siyasî û şarezayên karûbarê aborî dibêjin ku bedela vê ku rejîm ew pereyê ku pêştir hatibû ragirtin û bilokkirin bixe xizmeta xelkê de, xistiye xizmeta girûpên terorîstî di Îraq û Sûriye û Lubnanê de.