Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta Tirkiyê bi hezaran polîs û karsazên xwe ji kar dûr xistin

15:14 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kurdistanmedia: Di salvegera derbeya leşkerî ya 15`ê Tîrmehê de, Tirkiyê bi hêceta alîgiriya ji derbeya leşkerî bi hezaran karsaz û polîs li ser kar derkirin.

Nûçegihaniya Royterz ragehand ku rojnameya fermî ya dewleta Tirkiyê ragehandiye ku vê dewletê bi derkirina biryarekê çend hezar kes ji polîs û karsazên wezaretxaneyan, û mamostayên zanîngehê di salvegera derbeya leşkerî ya serneketî de li ser kar derkirine.

Nûçegihaniya Fransayê jî, ragehand ku Gulen hem derbeya leşkerî û hem jî siyaseta dewletê ya derheq destbiserkirin û derkirina karsaz û polîsan şermezar kiriye, û çendîn carî ragehandiye ku wî dest di derbeyê de tunebûye.

Ji aliyekî din ve gellek kesan jî, ji tirsê destbiserkirinê rû li welatên derve bi taybetî Almanyayê kirine.

Tenê di nîva yekem ya sala 2017`an de, nêzî sê hezar kesên Tirk li Alman de daxwaza penaberiyê kirine.

Di nava wan de 209 dîplomat û 205 karsazên dewletê jî xûya dikin.

Sala borî li ser hev 5742 kesan li gora ragehandina Îdareya Federal ya Penaberiyê a Alman, daxwaza penaberiyê kirine, lê sala berî wê, tenê 1767 kesan daxwaza penaberiyê kiribûn. Li gora ragehandina vê îdareyê, gellek ji penaberan Kurd in.

Piştî derbeya leşkerî, zêdetir ji 130 hezar kesî ji karsazên dewletê li ser kar hatin derkirin. Derheq vê pêvajoya zext û givaşa ser xelkê Tirkiyê ji aliyê hikûmeta wî welatî ve, heya niha gellek navendên parêzerê mafê mirovan hikûmeta Tirkiyê bi tundî rexne kirine, û ew kiryara hikûmetê wekî binpêkirina mafê mirovan bi nav kirine.