Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li xutbeya Tehranê de Erebistan bû armanca êrîşan

14:26 - 11 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Pêşnimêjê nimêja Înê ya Tehranê bi tundî êrîşî ser Erebistanê kir, û rû li Erebistanê got ku Sedam jî nekarî me, çi bigihîje vê ku hûn bikarin şerê me bikin.

Piştre wî ragehand ku cinayetkarên duh û îro bûne yek, li dijî me, lê di rastî de ew yek şerê zergerî ye. Erebistanê yek milyard Dolar daye Tramp da ku piştgiriya wî bike, lê niha Erebistan wekî rojên dawiyê ên rejîma paşatiyê di Îranê de ye. Em hêvî dikin ku ew bûyer bibin sedema bidawîhatina temenê Alê Se`ûd.

Ehmed Xatemî nekarî ku bas ji referandoma Herêma Kurdistanê jî neke, û got ku ew yek pilanek ji bo avakirina Îsraîleke nû di navçeyê de bû. Navbirî bas ji nefta Kerkûkê jî kir, û got ku perê nefta Kerkûkê ku diçû berîka hinek kesan de, niha ketiye dest xelkê wir de.

Helbet navbirî bas ji rêkevtina duh ya Îranê digel berpirsên Îraqî li ser nefta Kerkûkê nekir, ku ew yek diselimîne ku cave wan çiqas li ser vê neftê bûye.

Herwisa di demekê de ku gumana vê li ser Îranê heye ku ew alîkarê DAÎŞ`ê ne, û êrîşa çend mehan berî niha ya DAÎŞ`ê bi gotina gellek şarezayên siyasî tenê fîlmek bû ku rayedarên Îranê lîstin, lê di vê derheqê de Ehmed Xatemî êrîşî ser DAÎŞ`ê kir, û ragehand ku hevalbendiya li dijî DAÎŞ`ê tenê firt û fêl û xepandin bû, lê di ratsî de ew alîkarê DAÎŞ`ê ne, û ew DAÎŞ`ekê dixwazin ku bikare li Îranê vede, û tu metirsiya wê ji Rojavayiyan re tunebe. Lê Îranê bi şerê digel DAÎŞ`ê karî DAÎŞ`ê ji Îranê dûr bixe, hekî ne dibe ku me li ser kolanên Tehranê û bajarên din ên mezin şerê DAÎŞ`ê kiriba.

Navbirî bas ji dev ji kar berdana Herîrî jî kir, û got: Erebistanê bi vî karê xwe destêwerdaneke eşkere di nava karûbarê navxweyî ê welatekî din de kiriye, û Herîrî jî bi vî karê xwe stûxwariya xwe nîşan da. Lê navbirî bas ji destêwerdanên rejîma xwe di van hemû welatan de nekir.