Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê bûdceya YPG`ê pejirand

14:07 - 24 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê pirojeyasaya 393.3 milyon Dolarî ya piştgirî ji YPG di nava bûdceya 2018`an de îmza kir.

Li gora raporên ku belav bûne, di nava alîkariyan de, bi hezaran wesayitên zirihî (zirxî), mûşekên pêşkevtî, û raket û çekên hûşmend wê hebin.

Herwisa di vê bûdceyê de, di çarçoveya pirojeya perwerdehiya hêzên leşkerî de, 1 milyard û 269 milyon Dolar bo Îraqê, û 500 milyon jî bo Sûriye berçav hatiye girtin.

Hejmara hêzên ku dibe bêne perwerdekirin, di çarçoveya bûdeceya Amerîkayê de, 25 hezar kes hatiye ragehandin.

Niha hem Rûsiye û hem jî Amerîka piştgiriya YPG`ê dikin, û herdu alî jî wekî hevpeymanê herî bihêz bas ji vê hêzê bitaybetî li şerê li dijî DAÎŞ`ê de dikin.

Niha hemû hewla Tirkiyê ew e ku Amerîka û Rûsiyê razî bike bi piştkirina li YPG`ê, lê heta niha jî di vê siyasetê de ser neketiye, û gellekî aciz e di vê derheqê de.

Tirkiye niha roja gefan li Efrînê dixwe, û nikare hebûna YPG`ê di nava Efrînê de, di cîranetiya xwe de qebûl bike.