Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtîgehên Tirkiyê tejî bûne ji Kurdan

19:57 - 14 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Zexta li ser HDP`ê gihîştiye astekê, ku êdî bêhna demokrasiyê ji Tirkiyê nahê, û YE jî amade nine deriyê xwe bi rûyê Tirkiyê veke.

Hikûmeta Tirkiyê her carê bi hêceta alîgiriya ji PKK`ê û têkdaneya ewlehiya neteweyî komeke HDP`yiyan rapêçî girtîgeh dike, bi awayekî ku êdî HDP`yî dibêjin Tirkiyeya li jêr deshilatdariya Erdoxan de, nîvî bûye nexweşxane, nîva din jî giertîgeh e.

Ew hemû binpêkirina demokrasiyê bûye sedema vê ku Tirkiye heya niha jî nekariye bibe endam di YE de. Her di vê derheqê de “Can Kilod” serokê Komîsyona YE di kongireyeke rojnamevanî de, pêdagirî li ser vê kir, ku heya Tirkiye dev ji destbiserkirina rojnamevanan bernede, nikare bibe endam di YE de.

Her piştî derbeya şikestxwarî ya 2016`an hikûmeta Tirkiyê di çarçoveya oprasiyon û êrîşên leşkerî de, heya niha zêdetir ji 50 hezar kesî destbiser kiriye, û nêzî 130 dezgehên ragehandinê jî daxistine, û herwisa sedan hezar kesî jî ji kar dûr xistine.

Komeleya rojnamevanên Tirkiyê jî radigehîne, heya niha nêzî 160 rojnamevan di girtîgehên Tirkiyê de hatine ragirtin, ku li gora çalakvanên navdewletî, Tirkiye di pileya yekem ya wan welatan de ye, ku rojnamevanan dixe girtîgehê de.