Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cesedê keçek 17 salî li Bokanê hat dîtin

19:48 - 14 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Cesedê keçek temen 17 salî li jêr pira Mîraweya Bokanê bi mirî hat dîtin.

Li gor nûçegihaniya “Mukrian”ê, Cesedê keçek 17 salî bi navê “Sumeye – f” xelkê bajarê Bokanê ku çend rojan berî niha wenda bibû, roja Pêncşemî 12’ê Nîsana 2012’an li jêr pira Mîraweya Bokanê de hat dîtin.

Li gor rapora han piştî veguheztin bo nexweşxaneyê, eşkere bûye ku çend rojan berî niha navbirîiyê canê xwe ji dest daye.

Hêhjayî gotinê ye ku heya amadekirina vî nûçeyê ji sedemên canjidestdana vê keça ciwan tu zanyarî di ber dest de tune ye.