Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Esed malbatek 9 kesî jinav bir

16:35 - 1 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Hêzên Erteşa rejîma Sûriyê li gundek derdora Edlebê agir barandin û malbatek 9 kesî di nav de 4 jin û 2 zarok kuştin.

Li gor nûçegihaniya “BBC”, bi sedema lêxistina xumpareyekê ji aliyê Erteşa Sûriyê ve, di gundek parêzgeha Edlebê de malbatek 9 kesî di nav de 4 jin û 2 zarok hatin kuştin.
Nûçeyên komkujiyan di deverên aloz ên bajarên Sûriyê de di halekê de belav dibe ku rejîma Sûriyê li gor gelaleya hevpar a Yekîtiya Ereban û saziya Netewên Yekbûyî li ser agirbestê razî bibû.
Rejîma Sûriyê li hember jinavbirina wê malbatê de bêdeng maye.
Edleb yek ji deverên herî çalak ên dijberên rejîma Esed e ku xelkê û dijberan bi awayek berfireh di wê parêzgehê de li dijî Beşar Esed û desthilata wî serî hildaye.