Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê daxuyaniyek belav kir

15:49 - 8 Çirriya paşîn 2022

Navedna Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi mebeseta nirxandin a serhildana xelkê Îranê ya li dijî rejîma Komara Îslamî a Îranê ku nêzî du mehan e,  civînek lidar xist û daxuyaniyek belav kir.

Roja Duşemî rêkevta 16`ê Xezelwera 1401`an a Rojî, (7`ê Çiriya Paşîn a 2022`an), Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi mebesta nirxandina serhildanê ku ev nêzî du mehan e, xelkê Îranê li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê serhildanê dikin, civînek lidar xistin. Li destpêka kombûnê de Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizbê, “Mistefa Hicirî” raporek siyasî pêşkêş kir.

Navbirî di rapora xwe de tevî nirxandina tevgera seranserî ya xelkê Îranê ya li dijî Komara Îslamî, behs ji rehendên navxweyî û navneteweyî yên pêwendîdar bi serhildanê kir.

Serhildana vê şoreşê ku bi kuştina Jîna ya keça Kurd û pêşengayetiya Kurd li destpêkirina wê şoreşê ku di berdewamiya xwe de qewareyeke cemawerî bi xwe ve girtiye, beşek din a rapora Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizbê bû. Her di vê pêwendiyê de navbirî li ser wan derfetan ku ji aliyê pêşangayetiya Kurdistanê ve bo Kurd û tevgera wê ya rewa li Îranê hilkevtiye, axavî.

Rol û beşdariya xelkê Kurdistanê di vê serhildanê de û dîtingeh û helwestên Hizba Demokrat û Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li pêwendî digel berdewamkirina serhildanê, dîtina û çawaniya rêberîkirin û berfirehkirin û hewldan bo dirustkirina koma dengên di navbera hêz û aliyên ppozisyona Komara Îslamî li navxwe û derveyî welat û herwisa parastin û qahîmkirina yekîtî û yekirêziya di navbera gelên Îran û hêzên siyasî yên Kurd û Îranê de, beşên din yên rapora Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizbê bûn.

Navenda Birêveberiya Hizbê li berdewamiya helsengandina aliyên cuda yên “serhildana Jîna”yê ya li dijî dîktatoriyê di Îranê de, tevî pejirandina rapora Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizbê, tevgera cemawerî ya seranserî ya gelên Îranê li pêxema vêdebirina dîktatorî û bidestveanîna welateke azad û demokratîk, bi destkevteke dîrokî da zanîn. Her di vê pêwendiyê de û bi helsengandina rewşa rejîmê û axavtin li derheq siyaseta serkutkarî ya rejîmê li derheq bi gelên serhilder yên Îranê û çawaniya berdewamîkirina wê serhildanê, hevdem cinayet nasandin û şermezarkirina kuştina xelkê serhildêr yên li bajarên Kurdistan û Zahidanê û tev cihên din yên Îranê, berfirehkirina zêdetir a nerizayetiyan li şikl û şêwazên cuda de weke karek hewce da zanîn.

Karkirin li ser platform û planên hemû alî û yekgirtiyane di navbera hêz û aliyên Kurdî digel hereket û aliyên din yên opozîsiyona rejîmê li navxwe û derveyî welat, ji dîtingeha Birêveberiya Hizbê ve dikare hevdem digel hêvîbexişîn bi xelkê serhildêr, bala zêdetir ya korr û komelên navnetewî bo aliyê serhildana xelkê rabikêşe û nasname û naveroka Îrana paşerojê bo hemûyan rohn bike.

Navenda Birêveberiya Hizbê beşdariya tex û qatên civatgeha Îran û Kurdistanê di serhildanê de dinirxîne û helsengandinê dike û hevdem digel bilindnirxandina beşdariya jinên zîrek ên welat, xwendekarên pêgihîştî yên zanîngehê, dersxwanên çavvekirî yên dibistanan û ciwanên meydandarên wê serhildana mezin, rola kesayetî û bijardeyên civatgehê, nemaz mamosteyên olî ku bi awayê netirsane piştevaniya serhildanê kirine û li hember siyaseta serkutkarane ya rejîmê helwesta xwe nîşan dan, bilind û bi bandor da zanîn.

Navenda Birêveberiya Hizbê di dawîn beşa kombûnê de her pêwendî digel serhildana gelên Îranê li hember Komara Îslamî a Îranê, komek erk û rasparde bo organ û navendên Hizbê destnîşan kir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Îdarî

17`ê Xezelwera 1401`an

8`ê Çiriya Paşîn a 2022`an