Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirinek hewce

11:45 - 9 Gulan 2023

N: Kerîm Perwîzî

Di sedsalên borî de, di bin desthilatdariya xelafet û împratoriyên cuda de li felata Îranê her bajarekê dawerek an serdozgeriyek hebû ku ji wan re digotin daweriya bajêr an dadwerê giştî. Di yek ji wan serdeman de li bajarê Îsfehanê, du mirovkuj dibin cem hakimê bajêr da ku wan dadgehî bikin. Ev her du mirovkuj, kesayetiyên bajarê Îsfehanê bûn ku hem xweşnav bûn û hem xwediyê samaneke zêde bûn li ser rêya wî bosye dadnên û wî dikujin û pere û zêrên ku pêra bûn dibin. Dadwer ku ji wan pirs dike çima we ev mirovê bêsûç kuştiye, ev her du kes dibêjin me ev nekuşt, belkû ew bixwe bû sebeba mirina xwe! Dadwer pirs dike çawan xwe bû sebeba mirina xwe!? Her du kes dibêjin xenxencera me li ser stûyê wî bû, ev jî nesekinî û hereket dikir. Êdî bi qasî stûyê xwe bi xencera me re anî û bir heta ku serê wî jê bû. Wî bixwe stûyê xwe bi xencerê re danî û bû sebekarê mirina xwe!

Serpêhatiya Komara Îslamî di navbera Îran û herwisa faşîsmê de hêlûn çê kiriye û di nav hinek li kesên bi nav opozisyon de, serpêhatiya wan her du kesan ku bi hev re mirovên di nav vê cografiyayê de dikujin û dibêjin tawanbarê mirinê bixwe bûye!!

Sala 1399`an Rojî, di pîlaneke hevpar a dezgeha îtla`ata rejîmê û hinek bandên mafyayî li Tirkiyê de, Hebîb Esîved Serokê Partiya Erebên Ehwazê, naskirî bi Hereketa El_Nîzal, direvînin û dibin bo konsolgeriya rejîma Îranê li Îstanbolê û her wir di bin îşkencekirinê de îtrafên bizorê yên destpêkê jê werdigrin û piştire bi qaçaxî ber bi sînûrên Îranê ve direvînin.

 

Ev heyama çend salan e ku di girtîgehan û reşçalên Komara Îslamî de Hebîb Esîved di odeyên takekesî de xwedîkiibûn û derfeta ti hevdîtinek jêra nedeabûn û bi zorê tohmetbar kirin û roja 16`ê Banemerê jî îdam kirin.

Hebîb Esîved ku Serokê Hereketa El_Nîzal Ehwazê bû, bi tawana vê ku serokê girûpeke terorîstî bû û herwisa wê girûpê êrîşa ser rêûresima rêjeya leşkerî li Xermanana sala 1397`an li Ehwazê encam dabû, ji aliyê Komara Îslamî û bê dadgehîkirina nimayêşî, cezayê îdamê bo birîn, lê ne kiryara êrîşê bo ser rêjeya rejîmê bi destê girûpa Hereketa El_Nîzal hatibû encam dan û Spaha Pasdaran a rejîmê jî ragihand ku ev êrîş karê DAÎŞê bûye! Ne di dema vê êrîşê de Hebîb Esîved Serokê vê Hizbê bû!

Êrîşa bo ser vê rêjeya leşkerî ya Ehwazê, DAÎŞê girt bistûyê xwe, herçend ku vî demî û niha jî di vê yekê de hinek guman hene ku an êrîş karê Spaha Pasdaran bûye an Spaha Pasdaran hinek amadekarî û hêsankarî kirine ku vê girûpê bigihîjinin bi cihê êrîşê û çend roj piştî êrîşê jî Spaha Pasdaran çend mûşek bo Sûriyê havêtin û ragihand ku bingeha DAÎŞê ku êrîşî ser manhora wan kiriye wêran kiriye!

Diyar û eşkere ye ku ev êrîşa wî demî karê Hereketa El_Nîzal nebûye û Hebîb Esîved bi vê tohmetê nehatiye îdamkirin, lewma li pey sebebek din bigerin ku serçaveya kerib û kîna Komnara Îslamî û hevdestên wê di girûpa faşîstan de li derveyî welat peyda bikin.

Ji ber vê yekê divê em ji hinek kesên ji derve wek Hocet Kelaşî û hevkarên wî re bibêjin ku ew hevkarên rejîmê ne, ji ber ku di kêliyên yekem ên ragihandina îdamkirina Hebîb Esîved de, kesên wiha pêleke nefretê li ser medyayê rêkxist û bi nîşandana xweşiya xwe li derheq kuştina kesek bi gotina wan cudahîxwaz e, li Îran derbas bûye û rizgar bûye!!

Demaku di soşlmedyayan de xelkê asayî nivîs bo wan faşîstên hûr dinivîsîn, ku çima li derheq îdamekê de xweşiya xwe nîşan didin ku li dadgehên bêdadiyê de îtrafên bizorê jê wergirtine, bersiva wan bigiştî ev bû ku ev cure mirovên wiha cudaxwaz in! Bixwe sebebkarê mirina xwe ne û dibe her bên îdamkirin an Surbî bidax bersiva wan bê dan!!

Rejîma Komara Îslamî jî bi Spah û dezgeha propagendeya xwe her bas ji vê dike ku terorîsteke cudahîxwaz bûye û bixwe sebebkarê mirina xwe ye!

Di rastiyê de du deviya merema faşîsim, di navxwe û derve de bihevre mejûlî birîndarkirina hesta mirovahiyê û azadiyê ne û bihevre hev nerîn û hev armanc in bo encam dan û hincet anîn bo tawan û mirovkujiyê.

Kerb û kîna sereke ya Komara Îslamî ya li dijî Hebîb Esîved û Herek El_Nîzal, neku her ji ber êrîşa bo ser rêjeya Ehwazê nebûye, çimkî an karê Spaha Pasdaran an DAÎŞê bûye û ti yek ji wan ji yek ji hev cuda nin. Belkû kîna Komara Îslamî bo vê yekê wedigere ku Hebîb Evîsed mejûlî rêniwînî kirina Hizba xwe ber bi aliyê hevpêwendî digel neteweyên din yên Îranê bûye.

Di rastiyê de, yaku Komara Îslamî jê ditirse, nek kiryara terorîstî ye, belkû hevpeywendiya xelkê ye. Her cure nêzîkbûna xelkê digel hevdu û bi taybet her cure hevpeywendiya di navbera neteweyên zilmlêkiriyan de, weke kabûsa mirinê û jinavçûna rejîmê ye, lewma, Hebîb Esîved kirin armanc. Di niha de jî ku curek ji hev nêzîbûna zêdetir a girûp û partiyên neteweyên din yên Îranê li gorê de ye û li şoreşa Jînayê de xastên neteweyan bilindtir û pir rengtir bûye û hevpeywendiya di navbera wan de hêdî hêdî zêdetir dibe, lewma bi vî awayî kerb û kîna xwe dirêj e û bi navê terorîst û cudahîxwazan têkoşerên neteweyan îdam dike û heta ku kesên girêdayî neteweya Fars neçar bike ku bêdeng bin an hev nerînên rejîmê bibin bo îdamkirina wan kesan.

Lewma, di nav çalakvanên Fars de du cure helwest xuya bû, hin kes weke Elî Efşarî hebûn ku wan îdam şermezar kirin û kesên Faşîst jî hebûn ku bo mirovkujiyê çepik lêdan.

Di rastiyê de ev cure hizra faşîstiya wan ji ber kesên weke Hebîb Esîved e, çimkî hevpeywendiya di navbera neteweyan li Îranê de, vehma çend hember a yek netewe bûna Îranê jê betal dibe û koşka vala ya vehmên wan ba dibe.

Rejîma Komara Îslamî û faşîstên wê hev nerîn li dervey welat, di rastiyê de li derheq neteweyên zilm lêkirî dibêjin ku hûn digel neteweya Îranê ne û birayê hevdûn e bi vê mercê bêdeng bin û serê xwe daxin û weke pez bin, her ku we dengê xwe bilind kir û ragihand ku hûn ajel nin, emê jî weke terorîst û yaxî we bibînin û we dikujin, çimkû birayê we xwediyê ziman û bi denghatina me naxwaze!

Faşîsm çi li sîmaya desthilatdariyê li Îranê de ku niha Komara Îslamî û Spaha terorîst a wê ye û çi li haleta bi nav opozisyûna wê de, mirovê xwediyê nasname cudahîxwaz binav kiriye, belkû tenê û tenê take rakirî li hebûna mirovî dixwaze ku bê dengiya piştî şiwanê xwe îca ku Welî Feqîh be an Paşa be û deriyê hizrikirinê bi tevahî daxistî be.

Lê, niha ew xewa xweş ya wan ji wan bûye kabûs. Bi şoreşa Jînayê, êdî serdema bêdengî û belavbûna neteweyan dawî pê hatiye û neteweyên zilm lêkirî bûne hevdeng û di berdewamiyê de jî, hevpeywendiya zêdetir a neteweyên mafxwaz, jiyaneke din û sîstemeke din tîne gorê, ku li danîna gorê a faşîsmê li pey dibe.