Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz li panahiya nîştiman

10:26 - 18 Adar 2024

N. Kerîm Perwîzî

 

Erdê devreke tam li dora Rojê zivirî, û dîsa di nuqteyek taybet de, xwezaya li ser Erdê rastî guherînek din dibe. Li xala ku wek pozîsyona Biharê tê zanîn di gerra Erdê li dora rojê de, jiyana li ser rûyê erdê ji dil diguhere, bi taybetî li herêmên çiyayî yên Kurdistanê, li bilindahiya çiyayên Zagrosê, kevyên berfê dihelin û kulîlk vedibin, mizgîniya dawiya zivistanê dide.

Newroza xwezayê mizgîniyê dide û Newroza civakê jî vejîna xwezayê wek sembola hêviya rojeke nû tîne!

Ji dema ku gelên Rojhilata Navîn bi şaristaniya Mezopotamyayê nas bûne, merasîmên taybet ên sersala xweza û jiyana hevbeş û sersala vê herêmê bi bûyerên xwezayî re bûye yek, lewma sala nû li Kurdistanê tijî nûbûn e.

Ev sembola nûbûnê, bi taybetî di vê dema ku Rojhilatê Kurdistanê di bin zulma hovane ya rejîmeke otorîter de ye, wateyek kûr digire û ji ber vê yekê em dibînin ku li Kurdistana ku her dem li ser piyan e, gel bi coş û kelecaniyekê pêşwaziya Newrozê dike. . Rêûresmên berfireh ên Newrozê li deverên cuda yên Kurdistanê nîşana zindîbûna vî gelî û hestiyarbûna wan û sembola Newrozê û agirê pîroz ê Newrozê ji bo Nîştimana Kurdistanê ye.

Ji dema ku sîstema siyasî hewl daye reng, bêhn û tama etnîkên cuda yên Îranê ji holê rake û hemûyan di qalibeke destkurd de bi navê neteweya Îranê de bihelîne, her dem pîvanên çandî û nasnameya Kurd û Kurdistanê hatine talankirin, û hewl dane ku kincek din lê bikin û bifroşin Kurdistanê.

Di merasim û şahiyên Newrozê de hewl dane ku agirê Newrozê dagîr bikin û bikin tiştekî duyemîn û Newrozê bi rûniştina li malê li dora maseyeke bi navê heft sîn kêm bikin, ku ne rast e û ne jî di dîrokê de behsa wê hatiye kirin!

Lê belê merasimên Newrozê, pêxistina agir li bilindahiyan, pêşwazîkirina nûbûna salê, komkirina xelkê bajar û gundan li dora hev, pîrozkirina bi hev re û seredana kesên ku îsal mirovekî xwe ji dest dane, ji taybetmendiyên Newroza Kurdî ne!

Bi salan e rejîma kolonyalîst û pişt re jî Xumeynî hewl dan ku sembolên me yên çandî bidizin û ji naveroka wan vala dikin, bi dehan salan e rejîma Xumeynî li dijî Newroza Kurdistanê bûye û heta agir pêxistinê jî wek guneh bi nav kiribû.

Lê belê dîrok nîşan daye û Kurdistanê careke din îspat kir ku divê desthilatdarî teslîmî rûyê dîrokê bibin û netew dê bimînin, lewra em dibînin ku piştî derbasbûna çendîn dehsalan dijayetiya desthilata zêdexwaz a Tehranê digel Newroza Kurdî, niha êdî berfirehiya merasimên Newrozê li Kurdistanê tê lidarxixtin û  sembola xebatkarên wê jî tên bilind kirin, desthilatdariya zêdexwaz tenê bi rû reşya xwe bimîne!

Newroz wek cejna sersalê dibe ku demek kurt bimîne û bi pêxistina agir û bilindkirina sembolên neteweyî û têkoşînê dîsa hêviyek bi mirovan re bê dayîn û desthilatdar jî wisa bifikire ku heta dawiya wê rojê rewş dê normal bibe! Lê tiştê ku ew nizane û kesên li wir li dijî îradeya rejîma desthilatdar û înkarker tevdigerin ev e ku Newrozê dikin bingehek ji bo hêviyê û xurtkirina têkiliyên civakî.

Dema Newroz li Kurdistanê tê pîrozkirin, hemû gel li dora agirê pîrozbahiyê diçe û ev jî ruhê xwe yê netewî nîşan dide û îspat dike. Sînorekî ku agirê Newrozê lê tê pêxistin û gel li dora wê pîrozbahiyê lê dikin û sembolên neteweyî û têkoşînê bilind dikin, bi rastî jî sînorê welat nîşan dide!

Li vî welatî însan hene ku ji bo xatirê welat hebûna xwe ya herî bi qîmet canê xwe feda kirine. Şehîdên Kurdistanê ew in ku bi xwîna xwe welat ava kirine û ji ber vê yekê jî sembola serbilindiya gel in di Newrozê de, civak ber bi mezarên wan diçin û serdana malbatên wan dikin, da ku ji wan re rabigihînin ku ev rêûrsim û ev nîştimana û ev zindîman, sembol, Ala neteweyî û berxurdarî û geşbûna van agiran, berhem û deyndarên xwîna şehîdan in û ev zarokên nemir in ku niha bûne meşaleyên rizgariya welatê xwe. .