Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Newrozî a Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

10:58 - 19 Adar 2024

Newroz bo me Kurdan, tenê nûbûna salê û guherîna sirûştê nîne. Tevî vê ku Nerwroz wek mîrateke mirovî dibînin, em wa hizir dikin ku Newroz bo netewa Kurd, wateyeke siyasî û cuda heye.

Li çanda cîvaka Kurdewarî û ewa ku pêywendî bi Newrozê ve heye, aliyê siyasî û sembolîkên vê boneyê, û me Kurdan wek neteweke şoreşger û hivîdar bi rizgarî û azadiyê, berfirehtir û berçavtir e. Newroz hêmaya xweragirî û mizgîniya derbasbûn ji qonaxeke dijwar û serkevtin bi ser astengî û pirsgirêkan e. hilkirina meşxela rizgarî û govend û xweşî, îşare bi derbasbûn ji rewşekê û çon ber bi qonaxeke nû li dîroka neteweyekê de ye. Ji dîtingehekê ve, wateya rastîn a Newrozê li çanda civaka Kurdewarî de renge çemka “Zindîkirin”ê de xwe bide nîşandan. Zindîkirinek ku nîşaneya hivî, nûkirina hêz û xwerêkstinkirina giştî bo gihîştin bi serkevtinê ye.

Hatina Newrozê bo Kurdistaniyan, sal li pey sal, wateyên bihevrebûn, hevxebatî û hevqederî nîşan dide. Ev boneya netewî bi taybet li wan salên dawiyê de, dîtingehekî Kurdistanî û şoreşgerane bi ser de serketiye. Li vê dîtingehê de îradeya giştî çarçoveyek li xwe girtiye. Îradeyek ku hêza xebat û berxwedan ji hejmarek remzên şoreşgêrane ên wek axabanî û alayê geş bûye.

Li bestênên Kurdistaniyê, tevgera şoreşgêraneya “Jîna” bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî”yê, zêdetir pêywendiya li navbera îradeya giştî û dîtingeha Kurdistanî û nasnamexwaziya netewiya Kurd, rohn dike. Tevgerek ku daxwaza mafê vekhevî, netewî, keramet û azadiya tak û hemû pêkhateyên li ser cografiyaya Îranê dike. Her ji vê dîtingehê ve jî, rêûresmên taybet bi Newrozê ku li rewçeke taybetî de bi rê ve diçin, li berdewamiya şoreşa “Jîna”yê û îradeya giştî û gotara netewî, li rojhilatê rohntir nîşan dide.

Em bi hilkevta  Newroza Kurdewarî, serê xwe bo rêzgirtin û emegnasî bo rêvîngên doza rizgarî û malbatên serbilind ên şehîdan diçemînin. Herwisa sersal û cêjna Newrozê li hemû Kurdistaniyan bi taybet kadr û pêşmergeyan û endamên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û malbatên wan pîroz dikim.

 

Newroza we pîroz be.

 

Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê