Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojhilat ji Newroza bêmînak re amade ye!

11:24 - 25 Adar 2024

N. Eskender Ceiferî

 

Newroza Meşxelên Rizgariyê, duyemîn Newroza hevdem ligel şoreşa Jînayê ye.

Li ba Kurdan, Newroz bûye sembola xebat ji bo azadiyê û têkoşîn li dijî dagirkaran.

Rêjîma Komara Îslamî ya Îranê, tevgera partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi hûrî dişopîne. Niha piraniya van partiyan basa Newroza Meşxelên Rizgariyê dikin. Heya partiyeke Kurdî bikare hevrêziyê di nava refên aliyên cuda de pêk bîne, rêjîma Komara Îslamî jî nîgeran e.

Newroz bûye remza şoreşê. Di dîroka hevçerx de, ti yek ji wan desthilatên ku Kurdistan dagir kirine, nexwastine rêûresma Newrozê bi rengekî ciddî were pêşwazîkirin. Rojhilatê Kurdistanê jî parek ji vî welatê birîndar e. Komara Îslamî, weke rêjîma Pehlewî, riftarê bi Kurdan re dike û lehengên Kurdan tenê ji ber pêkanîna çalakiyekê bi dehan salan di girtîgehan de dimînin.

Niha dîsa Newroz e û bi vê hevgirtina mezin, dibe ku şoreşa Jînayê bikeve qonaxeke nû.

Aliyên siyasî yên Rojhilat, di salên derbasbûyî de li ser pêşwazîkirina hevpar li Newrozê lihev hatine. Belkî ev, zengila metirsiyê be ji rêjîma Komara Îslamî re. Ji Ber ku heya niha ti caran bi vî rengî, hemû partiyên Kurdistanî û çepgir ên Rojhilatê Kurdistanê li hev nêzîk nebibûn.

Piştî biryarên wan pratiyan di salên bihorî de, wate piştî pêşwaziya hevpar li Newrozê ji aliyê partiyên Kurdî ve, tevgereke mezin di nava Spaha Pasdarên Îranê de çê bûye. Ew ditirsin vê carê Rojhilatê Kurdistanê hemû hevdeng rabe ser piyan. Zanyariyên veşartî ji nava Spahê amaje dikin ku bajarên Sine, Îlam, Urmiye û Kirmaşanê bûne armanca sereke ya hêzên wê rêxistina têrorîst. Bi vî rengî ku têrorîstên Sipahê, di nava xelkê sivîl de digerin û neyaran didin nasandin û biryar e her kesê ku basa Newroza hevpar a aliyên Kurdî wate Newroza Meşxelên Rizgariyê bike, bê girtin.

Ew heman tirs e, ku rêjîmê ji vejîna serhildana Jînayê heye.

Ji xeynî cehdên Spaha Pasdaran, selefî jî li hemberî netewexwazên Kurd têne çalakkirin. Plana herî dawî ya Îranê ew e ku derfetê bide rêxistinên tundrew da ku mafxwazên Kurd di landikê de bifetisînin. Li gor zanyariyên çavkaniyeke veşartî ya saziya Îstixbarat angu Îtilaata Îranê, eger tevlîhevî an jî serhildana xelkê û partiyên Rojhilat li hemberî desthilata rêjîmê de çê be, dibe ku ji bo dijatiya hêza Kurdan, mifah ji aliyên selefî jî were wergirtin.

Lê niha êdî piştî salek û nîvan ji destpêka şoreşa Jîna yê û bi cangorîbûna nêzî 150 kesan ji xelkê Kurdistanê di serhildanê de, xelkê Kurdistanê nîşan daye ku ewê di çepera şehîdan de bimînin. Niha ew dixwazin Newroza Meşxelên Rizgariyê jî bikin derfet ji bo rabûnê.

Her Newrozek, ji bo Kurdan rêfrandûmeke serxwebûnê ye ku li dijî Tehranê li hemû navçe, gund û bajaran pêk tê. Aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê wisa dibînin ku qet li Îrana di bin desthilata Komara Îslamî de, hilbijartineke dêmokratîk û azad birêve neçûye û ew hertim hilbijartinê baykot dikin, lê belê Newroz, mezintirîn bijarde û hilbijartina Kurdan e. Li gor wan, her sal Kurd di Newrozê de biryara xwe li dijî dagirker distînin û soza xwe bi rêbaza şehîd û cangoriyên niştiman re nû dikin.

Li bendê ye ku careke din, rêfrandûma serxwebûna Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê tevahiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve bi rêve biçe. Her sal wisa bû yek ji wan, sloganek ji bo azadiya niştîman hil dida. Lê îsal, slogan, Newroza Meşxelên Rizgariyê ye. Taktîkên wan aliyan cuda ne. Lê armanca hevpar, dibin sedem da ku hemû, hevdeng, bang li neteweya Kurd bikin heya dakevin kolanan û bi dîlan û dawetê, kela dagirker bihejînin û car din jê re bêjin ku evder welatê me ye û em ji bo pêkanîna tevgeran li ser axa xwe, îznê ji ti kesekî naxwazin û Newroza me, dengê dijatiya me ya li hemberî dagirker e. Ev Newroz, Newroza Meşxelên Rizgariyê ye.

Êdî çiyayên Zagrosê, hemûyan dest dane hev û ji Agirî, heya Bozê Sîna, ji Kêleşîn heya Arbaba û ji Dalaho heya Qendîl, dengê pêşmerge di nav keç û xortên Kurd de reng vedide û ewê bi peşqelê agir û roniya rojê û bi tîrêjên dilên dayîkên şehîdan biçin pêşwaziya Newroza Meşxelên Rizgariyê û zêdebarî hemû rêwşûnên tund ên ewlehî ji aliyê rêjîmê ve, nêzîkatiya xelkê bi mijarê re germ e û

rêferandûma me wê di dema xwe de birêve biçe.

Lewma jî dilê xelkê xweş e û ew geşbîn in ku dê Newroza Meşxelên Rizgariyê, car din serhildana Jînayê bi gurrtir bike.