Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berteknîşandanên li derheq sepandina cezayê bidarvekirina bi ser Tûmac Salihî berdewam in

12:05 - 27 Nîsan 2024

Çendîn kesayekiyên navxwyî û biyanî û herwisa dewletan li derheq sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser “Tûmac Salihî” de bertek nîşandan û ev hikim şermezar kirin û daxwaza hilveşandina wî cezayî û serbestberdana Tûmac kirin.

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat û herwisa Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî yê vê Hizbê bi belavkirina daxuyaniyên cuda biryara dadgehê bo bidarvekirina Tûmac salihî bi tundîê şermezar kirin û daxwaza hilveşandina vê biryara nadadperwerane kirin.

Saziya Efuya Navnetewî jî ev hikim şermezar kir û daxwaz ji rêjîma îranê kir ku wî hikmî hilveşîne û Tûmac azad bike.

Herwisa Komîsariya Bilind a Mafê mirov ê Saziya Netewên Yekgirtî, “Co Wîlson” ê endamê Komîteya Siyaseta Derve ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, “Mêlanî Cûlî” ya Wezîra Derve ya Kanadayê, Saziya Lêbihorîna Navnetewî ya Saziya netewên Yekgirtî, Wezareta Derve ya Firansê, “Antoniyo Tayanî” yê Wezêrê Derve yê Îtaliyayê, “Mûjgan Iftixarî” ya Dayîka Şehîd “Jîna Emînî” û herwisa stanbêjê Îranê “Daryûş Îqbalî” bi belavkirina daxuyaniyên cuda, sepandina cezaya nemirovane û nadadperwerane bi ser Tûmac Salihî de şermezar kirin û daxwaza azadkirina bê merc a Tûmac kirine

Herwisa xelkê Kurdistanê û Îranê li çendîn welatan de bi lidarxistina kombûnên nerizayetî daxwaza hilveşîna vê cezayê nemirovane kirin.

Encumena Ferhengiyên Hersînê li parêzgeha kirmaşanê hikmê êdama tûmac şermezar kir û daxwaz ji gişt xelkê Îranê kir ku li cehda hilveşandina wê biryarê bin.

Encumena Pêşeyîye Mamostayan bi belavkirina daxûyaniyekê û amaje kirin bi cinayet û gendeliya berpirsên rêjîmê, daxwaza hilveşandina hikmê sepandî bi ser Tûmac de kirin.

14 Girtiyên siyasî li girtîgeha Evînê de sepandina hikmê sêdaredanê bi ser Tûmac de, bê şermane binav kirin û ragihandin ku rêjma îranê bi wî cureyî naveroka dijî miroviya xwe zêdetir îsbat dike.

Li piraniya bajarên seranserî Îranê bi armanca xwedî derketin ji tûmac û şermezarkirina wî hikmê, li ser der û dîwara wêne û postêrên Tûmac hatine lêdan û dirûşmên bi dijî rêjîmê hatine nivsîn.