Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsmaîl Heniye serokê deftera siyasî a girûpa Hemasê digel Elî Xamineyî hevdîtin kir

10:46 - 27 Adar 2024

Piştî pejirandina biryarnameya şêwra ewlehiya rêkxistina Netewên Yekbûyî li derheq agirbesta demkiye şerê Xezê, Îsmaîl Heniye serokê deftera siyasiye girûpa tundajoye Hemasê serdana Têhranê kir û digel Xamineyî û parek ji deshilatdarên rêjîma Îranê hevdîtin kir.

Xamineyî  ku sebebkarê malvêraniya Xezê û xelkê Filistînê ye, ragihand ku berxwedaniya hêzên miqawimeta Filistînê û xelkê Xezê, pirsa Filistînê kirine cîhanî.

Xamineyî got ku teblîxat û pirûpagenda ku heta niha li derheq berxwedana Filistînê û şerê Xezê de hatî kirin ji bona rakêşana bala cîhanê bo aliyê pirsa Filistînê baş bûye.

Heniye jî soz da Xamineyî ku ev nahêlin Îsraîl bigehîje armancên xwe.

Rêjîma Îranê bi handana girûpa tirorîstiye Hemasê, û êrîş bo ser Îsraîl û girtin û kuştina dehan welatiyên Îsraîlî û bîhanî ku medenî bûn û jin û zarok jî di nav de bûn, bû sedem ku Îsraîl bi awayekî herî tund bi nîşana berewanî ji xwe, bertekê nîşan bide, ev bû ku piştî 7ê Oktobrê Îsraîl êrîş kire ser Xezê û heta niha dehan hezar kes kuştine, hemî bajar û awahî kavil kirine, xelkê Xezê rût û birsî û bê mal û hal bûne, îca niha Xamineyî vê yêkê wek serkevtin dihesibîne û dibêje şerê Xezê mesela Filistînê kire Cîhanî.