Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Para me 45 salan belengazî bû, lewma baykot bi ser ket!

00:23 - 10 Adar 2024

N. Eskender Ceiferî

 

Ji sala 1979’an ve heya niha 13 gerrên hilbijartinên serokkomariyê û 12 gerên hilbijartinên din li Îranê hatine encamdan. Di ti yek ji wan de ti Kurdekî nekarî bibe berendamê rastîn ji bo gelê xwe. Belkî sedemeke baykotkeran jî her ev be. Ji ber ku ew xwe, li Îranê xwedîmaf dibînin lê mafê wan hatiye zewtkirin.

Herî dawî rêjîma dagirkar a faşîstên Tehranê di baykota xelkê Kurdistanê de ji bo hilbijartinên gerra nû ya Meclîsê, desthilatdaran dîsa bersiva xwe ji xelkê wergirt.

Di hilbijartinên serokkomariyê de jî Kurdan hertim baykot dixiste ser rêjîmê.

Di 13 gerran de heft kes weke serokkomar hatibûn hilbijartin. Helbet desthilata wan sînordar e û nikarin tiştekê bêjin ku li gorî heza Elî Xamineyî rêberê Komara Îslamî nebe.

Lê ya rast ev e ku ji bo Kurdan ferqê nake kîjan hilbijartin be. Ew di bin siya partiyên xwe de, tim di van salan de hilbijartinan baykot dikin.

Niha yekemîn hilbijartina piştî şoreşa Jînayê bû ku bi baykoteke berfireh, derket ku êdî qet rewatiya rêjîmê ji bo kesên girêdayî desthilatê jî nemaye.

Di salên di navbera 1979’an de heya 1981’an 2 kes bi navên Ebulhesen Benîsedr û Mihemedelî Recayî serokkomar bûn. Lê serokkomariya herduyan jî netemam ma. Sala 1981’an take sal bû ku du caran li wî welatî hilbijartinên serokkomariyê hatin encamdan. Sedem jî kuştina Mihemedelî Recayî bû ku tenê kêmtirî mehekê di wê postê de bû.

Piştî kuştina Recayî, Elî Xamineyî, Ekber Haşimî Refsencanî, seyîd Mihemed Xatemî û Mehmûd Ehmedînijad her yek du dewran serokkomar bûn. Tevî ku serokkomar li wî welatî piştî bidawîhatina dema çar salên xwe, car din bi hikûmetê re dimîne, lê Refsencanî û Ehmedînijad du ji wan kesan bûn ku piştî çend salan car din xwastin bibin berendam lê selahiyeta wan hate redkirin.

Di hilbijarinên sala 2009’an de zêdetirîn asta beşdariya xelkê ji aliyê wezareta Navxwe ve hatiye tomarkirin. Mehmûd Ehmedînijad wê demê karîbû tundrewan bikşîne aliyê xwe ve. Mîrhusên Mûsewî jî ku reformxwaz bû, karîbû bi hildana sloganên dêmokrasiyê ji bo guhertina rêjîmê, gelek dengan bi dest xwe ve bîne. Lê pişt re wezareta Navxwe ragihand ku navê Ehmedînijad car din ji sindûqan derketiye. Di wan hilbijartinan de zêdetirî 39 milyon û 400 hezar kesan deng dan ku dike 84 ji sedî kesên ku mafên dengdanê hebûn.

Di van 38 salan de gerra duyem ya serkeftina Refsencanî, xwediya kêmtirîn asta beşdariya xelkê di proseya dengdanê de bû. Di wan hilbijartinan de hinek zêdetirî 50 ji sedî kesên ku dikarîn deng bidin, dengên xwe bikar anîn.

Di destpêka avakirina Komara Îslamî de di yekemîn gerra hilbijartinan de 124 kesan navên xwe weke berendam tomar kirin ku piştî dayîna selahiyetan û vekişîna hin berendaman, 96 kesan hevrikî kir.

Gelek kesan tevî ku pêgeheke baş di nava xelkê de hebûn, lê nekarîn selahiyetê bistînin. Yek ji wan ku heya niha jî çarenivîsa wî nayê zanîn, Mesûd Recewî rêberê rêxistina Mucahidîn li Têhranê bû. Wî deng neda yasaya bingehîn û ji ber vê, Rûhulla Xumeynî got ew kafir e. Xumeynî li ser serkirdeyên Kurdan weke Dr. Ebdulrehman Qasimlû jî heman tişt got tevî ku di civaka Kurdistanê de xwediyê pêgeheke bilind bû.

Ebulhesen Benîsedir jî ku 78 ji sedî dengan bi dest xistibûn, ji aliyê parlamentoyê ve di bin givaşên Xumeynî de hate bê desthilatkirin û wî jî welat bi cî hêla û rewî ço  Fransayê û her live jî mir. Tevî ku Benîsedr di şerê lidijî Kurdan de li pişta Xumeynî bû, lê di şerê Îran û Îraqê de pişta Xumeynî negirt û ev jî bû sedem ku meclis bi fermana Xumeynî wî ji posta serkomariyê bêxe.

Sadiq Qutbzade ku wezîrê derve bû bi tometa hewldan ji bo derbeya leşkerî hate darvekirin. Daryûş Firûher wezîrê Kar û Karûbarên Civakî bû, hate kuştin. Herduyan jî dixwast bibin berendamên serokkomariya Îranê.

Mîrhusên Mûsewî û Mehdî Kerûbî jî ku di hilbijartinên sala 2009’an de berendam bûn û beriya wê jî çend postên bilind di hikûmetê de hebûn, nekarîn bi ser Ehmedînijad de serkevin. Mûsewî û Kerûbî nerazîbûna xwe ji encamên dengan anîn ziman û alîgirên wan derketin kolanan û xwepêşandan kirin. Tevlîhevî çê bûn û ji wê demê ve ew di malên xwe de girtî ne.

Kurd dibêjin eger Dr. Ebdulrehman Qadimlo serkirdeyê şehîd ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Fuad Mistefa Sultanî serkirdeyê Komelê bikariya berî ku bêne têrorkirin, mafê xweseriyê ji bo Kurdan ji Têhranê bistînin, dikarîbûn bibin berendamên serokkomariya Îranê jî. Ew dibêjin Komara Îslamî hewl dide hemû hêzên opozîsyonê, dijberên xwe û serkirdeyên wan jinav bibe. Fuad Mistefa Sultanî sala 1979’ an li nêzî gundê Bestam li ser riya di navbera Bane û Merîwanê de hate têrorkirin. Dr. Qasimlû jî sala 1989’ an li Viyen a paytexta Otrîşê ji aliyê têrorîstên Îranê ve hate terorkirin.

Lê piştî 45 salan, para Kurdan, hîn her belengazî ye. Lewma jî Kurdan vê carê jî, hilbijartinên rejîmê baykot kirin.