Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê bertekên cuda li pey xwe anîn

12:42 - 20 Nîsan 2024

Li halekê de ku rêjîma Îranê cehda perdepoşkirina derba giran bi damezraveyên berevaniya esmanî ya binkeya esmanî ya Îsfehanê dide, çendîn aliyan li cîhanê daxwaza kêmkirina alozî û dijayetiyan dikin.

Piştî êrîşa Îsraîl bo ser binkeya esmanîya rêjîmê li tenişta bajarê Îsfehanê, rêjîma Îranê çendîn curên cuda bertek nîşan dan, lê bi giştî hewla perdepoşkirina berfirehî û bi awayek înkara derba giran bi vê navendê dikin.

Piştî êrîşa Îsraîl û egera êrîşên din, NATO yê ragihandiye ku berfirehtirbûna şer li Rojhilata Navîn bi qazanca ti aliyekê nîne.

Tevî belavbûna girte vîdyoyên teqînên bihêz li binkeya asmanîya Îsfehanê, heta niha ne Îsraîl û ne rêjîma Îslamiya Îranê ti zanyariyeke serast bi fermî ji xisarên vê êrîşê belav nekirine.

Pêka raporên rêjîmê hinek koadkopter li esmanê vê binkeya leşkerî de geriyane ku sîstema berevaniyê ew teqandine û dengên teqînan ya vê yekê bûye û înkara hatina balafirên F35 û lêketina 3 mûşekan bi vê binkeyê û jinavçona herî kêm tevahiya sîsteme mûşekî ya berevaniya esmanî ya vê binkeya rêjîmê dikin.

Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ragihand ku navenda navkî ya li vê binkeyê de ti xisarek nedîtiye, ji aliyê din ve çendîn welatên wek welatên girûpa G7 ku êrîşa mûşekî û dironiye rêjîma Îranê bo ser Îsraîl şermezar kiribûn, ragihandine ku nabe şer dijwartir bibe.

Ji aliyê din ve “Analîna Buêrbok” a Wezîra Derve ya Alman ragihand ku rêjîma Îranê cehdê dike ku deverê aloztir bike û ev yeka nabe bê bersiv bimîne.

Hêj xuya nîne ku ew êrîşa Îsraîlê dê berdewam be an ne, lê rêjîma Îranê ji berdewamiya wan êrîşan gelek ditirse.