Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek li sînorê Banê ji aliyê rêjîma Îranê ve hate kuştin

12:04 - 22 Nîsan 2024

Kolberekî Kurd ê xelkê Banê ji aliyê hêzên sînorî yên rêjîma Îranê ve hate kuştin, wan hêzan bê agehdarkirina berê û bi awayê rasreast teqe li wî kolberî kirine û hevdem 2 kolberên din jî birîndar kirine.

Pêka raporên belavbûyî, roja Şemî 2ê Banemerê, “Şiwane Ehmedpûr” ê xelkê gundê “Nicneya xwarê” li sînorê “Zerdebî”yê ser bi bajarê Banê, ji aliyê hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê ve bê agehdarkirina berê û bi teqeya rasterast hate kuştin.

Termê wî welatiyê Kurd bo nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê hatiye veguhastin û heta niha termê wî radestê malbata wî li Rojhilatê Kurdistanê, nekirine.

Herwisa 2 kolberên din jî ku navên wan nehatiye zanîn li vê teqeya hêzên rêjîmê de birîndar bûne ku bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî li bajarê Silêmaniyê hatine veguhastin

Şiwane Ehmedpûr ê temen 34 salî, bavê zarokekî ye.