Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma dije mirov a Îranê li rojekê de 7 kes bidarvekirin

12:10 - 22 Nîsan 2024

Cezaya bidarvekirin a 7 girtiyan li çend girtîgehên rêjîmê de bi rê ve çon û bi wî awayî li rojekê de rêjîmê 7 kes bidarvekirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê sibêdeha roja Yekşemî 2ê Banemerê, cezaya bidarvekirina 7 binçavkiriyan li girtîgehên rêjîmê li “girtîgeha navendî ya Kirman û Qizilhisara bajarê Kercê” bi rê ve çone û ku di nav de 4 Belûç 2 kes  jî Kurd bûne.

Pêka rapora Hengawê, ew girtiyane bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatine bidarvekirin.

Heta niha ragihandin û berpirsên pêwendîdar ên rêjîmê, li vê derheqê de ti zanyariyek belav nekirine.

Pêka amarên Hengawê, li sala 2023 de zêdetir ji 834 girtî li girtîgehên rêjîmê de hatine bidarvekirin ku bi berhevdanîn digel sala 2022 ku ew rêjeya 582 bû, %43 zêdetir e.

Li sala 2023 de 2 zarok û 22 jin jî ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê zêdetir ji %85 a wan bidarvekinan neragiyhandiye.