Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerekî meclîsa rêjîmê got: Hekî izin hebe em dê heftiyekê de bomba navkî biceribînin

11:51 - 23 Nîsan 2024

Li halekê de ku rêjîma Îranê înkar dike bernameya berhemanîna çeka navkî heye, nûnerekî meclîsa rêjîmê gotiye ku hekî îzin hebe em dê li heftiyekê de bomba navkî biceribînin.

Pasdar “Cewad Kerîmî Quddûsî” nûnerê meclîsa rêjîmê yê binav nûnerê Meşhedê li ser rûpela xwe ya li tora cihakiya “X” de nivîsandiye: “hekî îznê bidin me bo yekem ceribandina bomba navkî yek heftî dem hewce ye”; Ew yeka li halekê de ye ku rêjîma Îranê îdia dike pêka yasayên rêjîmê, berhemanîna çeka navkî heram e!

Wî pasdar-nûnerê rêjîmê nerasterast îşare bi bûna bernameya navkî bo berhemanîna çeka navkî kir û xuya ye ku rêjîma Îranê projeyên berhemanîna çeka navkî hene û nêzî berhemanînê bûye û pêka rapora ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ku bas ji hinek nerohnî li çend navendên navkî yên rêjîma Îranê de kiriye û ragihandiye ku bo berhemanîna 3 bombên navkî, Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 heye

Bi berçavgirtina vê yekê ku rêjîma Îranê pêbendê çi biryar û yasayeke navnetewî û mirovî nine dê bibe gef bo ser cîhan û mirovahiyê.