Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst dest bi ser 300 Pezên xelkê devera Mirgewer de girtin

11:42 - 25 Nîsan 2024

Spaha pasdaran a trorîst li gundê “Jarava”yê ser bi devera “Mirgewer a bajarê Urmiyê, dest bi ser 300 ser Pezên xelkê de girtine û bo cihê serjêkirinê veguhastine û herwisa 2 şiwanên jî binçav kirine.

Pêka rapora gihîştî Navenda Ragihandina Hizba Dêmokrat, şeva Yekşemî 2ê Banemerê, spaha pasdaran a terorîst li cehdede neyasayî de li pişt gundê “Bawan”ê ser bi devera “Mirgewer”, dest bi ser 300 Ser Terşê  xelkê gundê “Jarava”yê de girtine.

Pêka zanyariyan, xelkê gundê “Bawan”ê li dema nimêja sibêzû bi rêya bilindgoya Mizgevtê hatine agehdarkirin û piştre xelkê wî gundî bi jin û mêran ve bi hawara ve çone û li encam de 2 maşînên hêzên spaha pasdaran a trorîst şikandine.

Herwisa vê çavkaniyê ew yeka jî gotiye ku spaha pasdaran piştî belavkirina xelkê û bo tolhildanê, 2 kes ji şiwanan ên bi navên “Mihemedriza Husênpûr” û “Bêhzad Ezîzî” bi tundûtîjî û lêdan û kutaneke û piştre gel xwe birine û binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Vê çavkaniyê îşare bi vê yekî jî kiriye ku 2 şiwanên din jî hatibûne binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê hatine azadkirin û ajelên wan jî bo kuştargah anku cihê serjîkirinê, veguhastine.