Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî xelkê bajarê Sinê li sînorê bajarê Banê bi dijwarî birîndar bû

17:13 - 7 Nîsan 2024

Hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li sînorê “Hengejal” ê ser bi bajarê Banê de teqe li Kolberekî xelkê bajarê Sinê kirin û ew kolbere bi dijwarî birîndar bûye.

Pêka Rapora ajansa “Kurdpa”yê, roja Şemî 18ê Xakelêweyê, hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê bi awayê rasterast û bê agehdarkirina berê, bi gulleyên Saçmeyê li mewdaya nêzîk ve teqe li kolberekî xelkê bajarê Sinê yê bi navê “Ferdîn Weysî” kirine û navbirî bi dijwarî birîndar bûye.

Li vê teqeya hêzên hov ên rêjîmê de, çendîn gulleyên saçmeyî li mewdaya nêzêk ve bi wi kolberî kevtine û sing, zik û destê wî bi dijwarî birîndar bûne.

Ew kolbere bo çaresereiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Banê hatiye veguhastin.