Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 2 dehikan de %80 a kompaniyên berhemên şîrî, hatine daxistin

12:32 - 8 Nîsan 2024

Berdevkê Encumena Berhemên Şîrî yên Îranê daye zanîn ku li heyama 2 dehikan de rêjeya kompanî û kargehên berhemên şîrî li Îranê %80 kêm bûye û niha bi tenê 200 kompanî û kargeh mane.

Berdevkê Encumena Berhemên Şîrî yên Îranê “Mihemedriza Benîteba” li roja Yekşemî 19ê Xakelêweyê de li hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya “ILNA” ya ser bi rêjîmê de daye zanîn ku li heyama 2 dehikan de rêjeya kompanî û kargehên berhemên şîrî li Îranê %80 kêm bûye.

Herwisa navbirî li vê hevpeyvênê de daye zanîn ku pêştir zêdedetir ji hezar kompaniyên berhemên şîrî li Îranê de hebûn ku niha bi tenê 200 kompanî û kargeh mane û nirxa berhemên şîrî li heyama serkomariya Îbrahîm Reîsî de 2.5 heta 3.5 qat bilind bûye.

Pêka maranên Saziya Cîhanî ya Xwarûbar û Werzêrî ya Saziya Netewêln Yekgirtî(FAO)yê bikaranîna şîr li Îranê li heyama wan 3 salên dawiyê de %14 kêm bûye û bikaranîna şîr û berhemên şîrî li sala 1402 de ji 208 hezar ton kêm bûye.