Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera “Jakan Baran, bi nerohnî maye

12:14 - 9 Nîsan 2024

Qedra Helbestvan û nivîskarê Kurd “Jakan Baran” piştî 2 heftî, ji bêserûşûnbûna wî li sînorê Tirkiyê, hêj bi nerohnî maye û egera dizîn û revandina wî çalakvanê Kurd heye.

Li halekê de ku qedera “Jakan Baran”ê nivîskar û çalakvanê mafê mirovî yê Kurd neroh ne, bikarhênerên tora civakiya “X” bahozek li vê tora civakî de ji roja Yekşemî 19ê Xakelêweyê ve bi heştega “Jakan Baran li kîderê ye” bi armanca huşdarîdan li derheq rewşa tendirustî û ewlehiya canê “Jakan Baran” bi rê xistine.

Çalakvanê mafê mirovî, nivîskar û helbestvanê Kurd “Husên Baqirî” ku bi navê “Jakan Baran” tê naskirin, 2 heftiyan berî niha bi armanca çon bo Tirkiyê û Ewropayê, li sînorên Tirkiyê de bê serûşûn bûye û heta niha ti zanyariyek li derheq qedera wî nehatiye zanîn.

Navbirî ku pirsgirêka rêçonê heye û nikare bi sedema seqetbûba her 2 pêyên xwe rê here, rewşa qedera wî hêj aloztir kiriye û xuya nine ku li wan sînoran de çi qewimiye.

Berê jî berpirsên rêjîmê gef ji wî xwaribûn.