Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî xelkê bajarê Şinoyê bi dana barimteya 500 milyon Tumenî hate azadkirin

12:16 - 9 Nîsan 2024

Roja Duşemî 20ê Xakelêwe, Emîr Rehmanî welatiyê Kurd û xelkê taxa Taçînawê ya ser bi bajarê Şinoyê bi dana barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî li girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Li gorî wan zaniyariyan ev welatî piştî dawî qonaxên lêpêçînê, li yek ji girtîgehên ewlehî li Urmiyê bo girtîgeha Şinoyê hatiye veguhastin û li heyama girtinê de li destpêragiheştin bi parêzer hatibû bê parkirin.

Roja Duşemî 28ê Reşemeya 1402 a Rojî, hêzên rejîmê bi şikandina deryê mala navbirî û tevî îşkence bêrêzîkirinê, Emîr Rehmanî girtibûn.

Heya dema belavbûna vê nûçeyî sedema girtin û tohmetên ku biser navbirî de hatinî sepandin ti zaniyariyek li ber dest de nîne.