Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Swêdê huşdarî da welatiyên xwe ku serdana Îranê nekin

12:22 - 9 Nîsan 2024

Bi sedema cezakirina terorîstê cinayetkar “Hemîd Nûrî” ji aliyê dezgeha Dad a Swêdê ve rêjîma Îranê cehda bi barimtegirtina zêdetir a xelkê Swêdê dide, lewma Swêdê ragihand ku xelkê Swêdê serdana Îranê nekin.

Wezareta Derve ya Swêdê huşdarî da xelkê welatê xwe bi taybet kesên ku 2 nasnameyên Swêdî-Îranî henî ku xwe ji serdan û sefer bo Îranê biparêzin, Rêjîma Îranê bo givaşxistin bi ser dewleta Swêdê bi armancên siyasî û herwisa bo dosyeya “Hemîd Nûrî” yê  cinayetkar cehda binçavkirina zêdetir a xelkê Swêdê dide ku wek barimte li hember Swêdê, bi kar bîne.

“Johan Floderus” ê xelkê Swêdê ku dîplomatê Yekîtiya Ewropayê ye, niha bi tohmeta sîxuriyê ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye bi barimtegirtin û herwisa Dr. “Ehmedriza Celalî” ku mamosteyê çendîn zanîngehên Ewropqayê û pizîşk û lêkolerekî zanîstî yê Swêdî-Îranî ye, ji aliyê rêjîma Îranê ve bi tometa sîxuriyê hatiye binçavkirin.

Ev çendemîn car e ku Wezareta Derve ya Swêdê, huşdarî daye xelkê welatê xwe ku ji çon bo Îranê xwe biparêzin.

Hemîd Nûrî yê cinayetkar, li kuştina bi kom a girtiyên siyasî li sala 1367 a Rojî de li Îranê, rol hebûye û bi tawana encamdana cinayetên şer û kuştina bi zanebûn a girtiyên siyasî, ji aliyê dadgeha Swêdê ve bi girtîgeha hetahetayî hatiye cezakirin û tevî hemû givaşên rêjîma Îranê û bi barîmtegirtinan nekariye vê biryara dadgeha Swêdê biguhere.