Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat bi hilkevta salvegera avakirina Yekîtiya Lawan peyamek belavkir

12:26 - 9 Nîsan 2024

22 yê meha Xakelêwa îsal 81 sal bi ser avakirina yekîtiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibin.

Di destpêka peyama Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat de hatiye: 81 salan berî niha komek Ciwanên hizirmend û welatparêze Kurd û li jêr siya “Komela Vejîna Kurd” de biryar dan li pêxema rêkxistin û perwerdehiya neteweyî ye Ciwanan, xebata xwe li jêr navê “ Sazimanê Cewananê Kurd” destpê bikin û şêwaza karê bi kom bi qawet bikin.

Avabûna Hizba Dêmokrat û piştre Komara Kurdistanê derfetekî baş bû bona têkelbûna Ciwanan bi karê siyasî û netewî ku bikarin bêtir li xizmeta doz û armancên netewa xwe de bin.

Vê rêkxistinê jî di heyamê wan 81 salên derbasbûyî de bihorandine û heya îro berdewame.

Beşdariya berfirehe Lawan li şorişa Jin Jiyan Azadî  gerçi bi xwîna lawan nirxên mezin hatne danê, lê deskevtên nû jî bi dû xwe de anî, yan li boneyên dinê de bo mînak li merasimên Newroza Meşxelanê de, me dît ku Ciwanên Kurd pêşengên hesta netewî ne.

 Navenda Birêveberî li dawiya peyama xwe de xebata Lawan bilind dinirxîne û piştewaniya xwe bo hertimî bi Yekîtiya Lawan radigihîne û Lawan xatircem dike ku nirx û xebata wan bêçine naçe û dê Ciwanên Kurd azadî û serbestiya Kurdistanê bidest ve bînin û bibînin.