Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçon li Belûçistanê berdewam in

12:33 - 9 Nîsan 2024

Şer li navbera hêzên çekdar ên nenaskirî û hêzên çekdare rêjîma Îranê li çendîn deverên Belûçistanê de berdewam in û pêka amarên nefermî dehan kes ji hêzên rêjîmê li vê Heftiyê de hatine kuştin.

Pêka rapora “Halveş”ê roja Şemî 18ê Xakelêweyê, li devera “Peskûh”ê li durêyana navbera bajarê Sîb û Soran”ê de şer li navbera hêzên çekdar ên nenaskirî û hêzên rêjîmê qewimiye û çend demjimêran pêştir jî li binkeya rêjîmê li “Sercengel” a devera “Kûrîn” a ser bi bajarê Zahidanê de jî 2 kes ji hêzên rêjîmê hatibûne kuştin û yek jî birîndar bûye, lê ew amar destpêkî ne.

Hêzên rêjîmê li binkeyên xwe de dikevne ber êrîşa çekdarî û Pêncşemiya derbasbûyî Girûpa Ceyşuledlê hevdem êrîş kire ser 4 navendên leşkeriyê rêjîmê û gorî ragihandina Ceyşuledlê, aliyê kêm 200 kes ji hêzên çekdare rêjîmê li wan 4 binkan de hatine kuştin.

Herwisa li heyamê vê hefteyê de çendîn caran li deverên Belûçistanê hêz û maşînên rêjîmê kevtine nava kemîna çekdarên nenaskirî ku pêka amaran li destpêka vê hefteyê ve heya niha aliyê kêm 20 kes ji hêzên rêjîmê hatine kuştin.

Rêjîm cehdê dike ku rastiyên li wir diqewimin veşêre, û herwisa bi sedema bêîmkanatî û înternêtê li piraniya Belûçistanê de, ev bûyer mêdayî nabin, yan hin mêdiayên Farsî û Îranî, heman hizra rêjîma Îranê hene û naxwazin rastî  û şikestên rêjîmê bi destê qehremanên Belûç bêne belavkirin.