Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamên Spaha Pasdaran dev ji karên xwe berdidin

18:56 - 12 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Endamên Spaha Pasdaran bi awayekî bi komî dev ji vê saziya terorîstî berdidin û vedigerin hembêza gel û niştîman.

Li gor zanyariyên ku gihîştine malpera Kurdistanmedia, Spaha Pasdaran daxwaza endametiya wan kesan erê dike ku çend salan beriya niha ji bo ku tevlî vê rêxistina terorîstî bibin, navên xwe tomar kiribûn.

Spaha Pasdaran mercek ji bo wergirtina wan kesan destnîşan kiriye ku ew jî ev e ku karên sîxurî û têkderiyê li çiyayên Qendîlê encam bidin û ji wan kesan re ragihandiye ku ew her qasî pere bixwazin, wê bidin wan lê merca wan ev e ku 6 mehan li çiyayên Kurdistanê bin.

Kesên ku beriya niha navên xwe tomar kiribûn, piştî vegera Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ditirsin û ji daxwaza endametî di Spaha Pasdaran de poşman dibin. Berpirsên Spaha terorîstî a Pasdaran jî di hember de ji wan re ragihandine ku eger ji endametiyê poşman bibin û ji bo Spahê sîxuriyê nekin, wê bêne girtin û darezandin.

Ji alî din ve di rojên derbasbûyî de herî kêm 30 kes ji endamên Spaha Pasdaran ku xelkê bajarê Qurwe bûn û li Merîwanê ji bo Spahê kar dikirin, dev ji vê saziya terorîstî berdane.

Sala 1395’an a Rojî, Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ji endamên Spaha Pasdaran xwastibû vegerin hembêza xelkê Kurdistanê. Hicrî wê demê gotibû ku” Em ji çekdarên Kurd ên ku xizmeta rejîmê dikin, dixwazin heya direng nebûye, çekê xiyanet bi niştîman bavêjin û dev ji xiyanetkirin bi neteweya xwe berdin û nefretê bidin vî nanî ku nirxa vî, rijandina xwîna xebatkarên Kurd e.”

Piştî vê daxuyaniyê, heya niha gelek ji endamên vê saziya terorîstî li bajarên Kurdistanê dev ji karên xwe berdane û çekên xiyanet bi neteweya xwe avêtine.