Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtîgehek di nav girtîgehê de

19:28 - 7 Tebax 2021

Kerîm Perwîzî

Jiyan di Îranekê de ku sîstema Koloniyalîstî li ser hakim e, ne ku jiyaneke bi azadî nîne, belkî jiyaneke tejî rojreşî û sivikatîkirin e, mirov dikare wê jiyankirinê di girtîgeheke mezin a bi navê Îranê pênase bike.

Koloniyalîzma hakim, cugrafiyaya berfireh û çend neteweyiya Îranê kiriye girtîgeheke berfireh ku mirov tê de ji dayîk dibin û di wê girtîgeha mezin de temenê wan heder diçe û bi bindestî û bareke giran a sivîkatîpêkirinê, jiyana wan bi dawî tê.

Di wê girtîgeha berfireh de, rejîma “Wilayeta Feqîh” di hemû bajaran de girtîgeheke dinê ava kiriye û ew mirovên ku bi kêmekê hizra cuda hebin û dinyayê bi çaveke dinê mêze bikin binçav dike û dixe girtîgehê, heta ku aramiya wê girtîgeha berfireh aloz nebe.

Di nav girtîgeha betonî û deriyên hesîn de bi pasevan û celadên Xamineyî tê parastin, ya ku ecêb e eva ye ku dûbare girtîgehe dinê ava kiriye! Yên ku têne binçavkirin di nav girtîgeha xwe de girtîgeheke dinê dibînin, lê vê demê beşek ji girtî ne ku bûne zîndanvan.

Di wan rojan de dengeke netirs hawar dikir ku girtîgeha netewên bindest di nav girtîgehê de ji aliyên hin girtiyên netewa desthilatdar ve, piştguh hatine xistin û têlên rêsayî bi dora hizir û bawerên wan ve kêşandine.

Girtiya Kurd, “Mujgan Kawûsî” hawar dikir ku di girtîgeha Êvînê de li benda cengel! Beşek ji girtiyên Fars givaşa hizrî û hundirî dixine ser çalakvanên netewên bindest ku ew jî wekî wan girtiyên destê rejîmeke zulimkar in! Helbet vê jî dibêje ku beşeke din ji wan wîha nînin.

Renge wiha bê dîtin ku di girtîgeheke bi panatiya Îranê de û piştre li nav girtîgehên bi diwarên betonî, rejîmeke zulimkar desthilatdar e û eva wisa dike ku kiryarên mirovan di Îrana bindest de wiha lêbê û givaşên hundirê girtîgehê wa bike ku ew girtî bi wê şêwazê reftarê bikin, lê dema ber bi derveyê  Îranê ve jî diçin her heman reftar tê dîtin.

Li navbera wan kesên ku ser bi cugrafiyaya Îranê ne û ji destê rejîma zulimkar derbider bûne û reviyane derveyê Îranê, dûbare beşeke wan Farsên avarebûyî bi çaveke sivêkatî mêzeyê çalakvanên netewên bindest dikin ku di derveyê Îranê de çalakiyan dikin û li hemû cihekê hewl didin ku wan rastî tohmetan bînin û ya ecêb eva ye ku hemen tohmetên Komara Îslamî ya Îranê li dijî Kurd, Tirk, Ereb, Belûç û Tirkemen dûbare dikin. 

Eva dide xuya ku her wekî “Mojgan Kawûsî” di cihekê de gotibû: “Ew naxwazin bibhîzin”! Di rastî de hin kes û girûp li nav kesên girêdayê netewa desthilatdar de hene ku girtîgeha sereke di nav mejiyê wan de ye û bi dora hizir û dîtingehan dîwareke betonî kişandine û wê girtîgehê bo tevahiya dinyayî digel xwe vediguhazin! Ew ti tîşteke dinê nabihîzin û naxwazin bibhîzin! Bi herîfandina sîstema sitemkar hewce ye ku di pêş de girtîgeha mejiyê xwe biherifînin û bibînin ku di Îranê de çendîn netewên cuda dijîn ku hemû vekhev in û servetir ji hev nînin.