Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kîjan Îran?

16:34 - 8 Çirriya pêşîn 2020

Kerîm Perwîzî

Di wan rojên derbasbûyî de, Riza Pehlewî dawî kurê Şahê Îran ku hikûmeta wan ji aliyê şoreşa gelan ve hate hilûşandin, peyamek daye ku gotina dixawze hemû hêzên siyasî li jêr çetrekê bi navê peymana nû kom bike.

Di wê peyamê de ku Riza Pehlewî daye, zêdetir li gotareke giştî ya kovar yan jî malperekê diçe ku bi hindik peyv û risteyên wêjeyî hatibe nivîsîn, ne wek peyameke siyasî a rasteqîne ku dest danê ser pirsgirêkên sereke û nîşandana çareserkirina rasteqîne ya pirsgirêkan be!

Di her peyameke siyasî ya wiha de girîngtirîn beş pêk hatiye ji wan dûredîmenan ku ji paşerojekê nîşan dide, û xelkê bo wê paşerojê han didî, ku hevkar bin; Di wê peyama Rizayê Pehlewî de jî naveroka mijarê pêk hatiye ji wê beşê ku dibêje hêzên siyasî hêl û xetekê danên di navbera xwe û Komara Îslamî de, ku gelo aliyê Komara Îslamî ne, yan aliyê Îranê? Dibêje hêzên siyasî dibe bo rizgarkirina Îranê kom bibin!

Rizgarkirina Îranê, di peyv û ristebendî de belkî tişteke biçirûk û birîqedar bête ber çav, lê dema ku wekî peyameke siyasî tu mêzyî hûrdekariyên wê siloganê dikî, pirsyarên zêde bo te têne pêş. Girîngtirîn pirsyar eva ye ku tu bi kijan dîdgehê çav li Îranê dikî? An jî bi wateyek din, mebesa te kîjan Îran e?

Dema xwe Rizaxanê Mîrpenc, bapîrê her wî Rizayê Pehlewî, di danûstandineke “Mehruse” ya Qacariyan de, Îranek dirust kir ku tê de hewla reşkirina hemû neteweyan da, û bi postalê artêşa Rizaxan tev dever dagîr kirin, û xwastin Îraneke yeknetewe dirust bikin ku hemû kes tê de Îranî bin, û bi Farsî biaxivin!

Piştre Xumêynî hat û Îrana Pehlewî ku wî jê re digot Îrana Taxûtî, biguhere bo Îrana Îslamî, ku tê de “Weliyê Feqîh” biryar dide, û tev “umeta wahîd” ya Îslamiya Îranê guh bi fermana wî dibin.

Nikarî basa Îraneke xeyalî bikî, û heqîqetên nav Îranê nebînî, û Kurd û Tirk û Belûç û Ereb û Tirkemen li dervey bazineya Fars de bin, û bi “Esalet”a Fars û vêdedana  (Eqwam û Qebayil), Îranekê dirust bikî ku hemû destê hevpeymaniya digel dawî kurê Paşayê herifî yê Îranê biguşînin!

Xebata li dijî Komara Îslamî di nav neteweyên Îranê de, li ser peyama Rizayê Pehlwî nehatiye rawestandin ku hekî em guhdarê wî nebin, êdî xebat wêran dibe, û nagihîjine hêviyê, belkî eva ew û ewên din in ku bi rohnî dibe bêjin ku mebesta wan kîjan Îran e, da ku em bizanin em xwe di wê xewnê de dibînin an ne? Îrana yek neteweyî bi mafeke biçûk a bajarvanî ve, yan Îranek ku pêk hatiye ji bihevrebûna dilxwazane ya hemû neteweyan? Dibe hêla xwe diyarî bikin û bizanin em li kîjan aliyê hêlê ne, berdewamiya şovênîzim yan bawerî bi wekhevî û yeksaniya neteweyan di Îranê de?