Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî ya PDKÎ bi hilkefta 22`ê Pûşperê daxuyaniyek belav kir

17:12 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2021

Navenda Siyasî ya PDKÎ bi hilkefta 32`emîn salvegera terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bi destê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya terorîst li ser maseya civînê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Daxuyaniya Navenda Siyasî ya PDKÎ bi hilkefta 32`emîn salvegera terorkirina Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” û hevalên wî

32 sal berî niha li rêkevta 22`ê Pûşpera 1368 a Rojî, (13`ê Temûza 1989), Sekreterê wê demê yê PDKΠ Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” digel Endamê Komîteya Navendî, “Ebdullah Qadirî Azer” û kesayetiyê siyasî yê Başûrê Kurdistanê û Mamostayê Zanîngehê, Dr. “Fazil Resûl” li bajarê “Viyen”a Paytexta welatê Otrîşî, bi destê tîmeke dîplomat-terorîstên Komara Îslamî ya Îranê hatine şehîdkirin.

Di dîroka her neteweyekê de roj û bûyerên gelek tal û şirîn hene ku di hizira xelkê de cih digrin û nayêne jibîrkirin.

Roja 22`ê Pûşpera sala 1368`an yek ji wan rojên herî tal di dîroka netewa Kurd de ye.

Tevî meznatî û zanahiya “Dr. Qasimlo” û karlêkeriya wî di tevgera rizgarîxwaziya Rojhilatê Kurdistanê de, awayê şehîdbûna wî rêberê navdar, aliyeke taybetî ya dinê dide bi cinayetên Komara Îslamî.

“Dr. Qasimlo” wekî rêberekî netewî, bi wê armancê daxwaza Komara Îslamî ya Îranê bona danûstandinê qebûl kir û rîska rûniştin digel wan nûnerên rejîmê kir ku bi rêyeke aşîxwazane û diyalogê pirsa Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de çareser bike, şer û kawilkariyan ji welat dûr bike û maf û azadiyê bo netewa xwe dabîn bike. 

Yanî “Dr.Qasimlo” di pêxema dabînkirina aştî, azadî û bexteweriya netewa xwe de serê xwe dana û bi wê şêwazê ew tawan nek bi tenê li dijî partiyekê bû, belkî li dijî gelê Kurd bi rê ve çû.

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya terorîst ku ti baweriyek bi maf û azadiya gelan nebû, li dijî demokrasî û mafê mirov bû û pêka binyata xwe, digel bawer û nirxên wê serdemê nateba bû, amadebûna PDKÎ bona danûstandinê wekî derfetekê zanî û Dr. “Qasimlo” û hevalên wî li ser maseya danûstandinê şehîd kirin.

Kurdistan ji hemû aliyan ve bibû bi çiqa nav çavê desthilatdarên nû; Komara Îslamî ya paremayî û hizirhişik ku binyata wê li ser cudatîdanîn û serkuta azadîxwazan hatiye dariştinê, hizir û bawera pêşkevtinxwazaneya Dr. “Qasimlo”, bernameya modern û azadîxwazaneya partiya wî û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê pê nedihate qebûlkirin.

Rejîmê dizanî ku kesayetiya bilind û karîzmatîk a Dr. “Qasimlo” ne ku di diyarîkiriya siyaset û rêbaza pêşkevtinxwazaneya PDKÎ de, belkî li diyarîkirina armanc, dîtingeha cîhanî û setratejiya tevgera Kurdistanê de jî roleke yekalî dilîst.  

Lewma rêberên azadîkuj û dijîgelî yên Komara Îslamî ya Îranê kevtine hizira jinavbirina Dr. “Ebdulrehman Qasimlo”; Bi vê armancê ku PDKÎ bê serperest bimîne û şiyana çalakiyan jê bê birîn û hevdem tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê jî rastî şikestê bibe û pirsa Kurd bi dawî bê, ku eva jî xeyaleke xaw bû.   

Piştî derbasbûna 32 sal li cinayeta “Viyen”ê û jidestçûna rêberê hilkevtî, xevna aloz a berpirsên rejîma Îranê ne bi tenê cî bi cî nebû, berevajî tevgera Kurdistanê di rewşa geşekirin û nûjenkirina berdewam de ye û Partiya Dr. “Qasimlo” her bi serbilindî li ser pêyê xwe ye û di seranserê Kurdistanê de xebatê dike.

Rejîma îdolojîk û hizirhişk a Komara Îslamî ya Îranê, vê yekê fam nake ku PDKÎ û hereketên Kurdistanê bi giştî koka wan di nav xelkê de ye û dixwazên wan ji aliyê civaka welatparêz ve tê piştevanîkirin.

Rejîma olî-nasiyonalîstiya Komara Îslamî ya Îranê şiyana têgihîştina vê rastiyê nîne ku partiyên Kurdistana Îranê bo piştevaniya xelkê piştgerm in û heta serkevtin û dabînkirina mafên wan ên rewa, dê xebatê bidomînin.

Xortên “Qasimlo”, keç û kurên netirs ên pêşmerge, heta bidestveanîna hêvî û armancên şehîdan ji xebat û têkoşînê nasekînin û jîrane di hember dujminê dîktator de disekînin.

Komara Îslamî wek tev rejîmên dijegelî û serkêş bi şaşî çûye û gelê Kurd nas nekiriye.

Neteweyek bin sitem ku xebata xwe bi rewa û demokratîk dizane û biryar daye serbikeve û nirxa gihîştin bi azadî û serbestiyê dide, çi hêzek nikare wî gelî rastî şikestê bîne û direng ya zû dê dîktator bixe qedeman û xwe li destê çewsandin û zordariyê rizgar dike û maf û azadiyê bi dest ve tîne.

Welatiyên rêzdar!

Îro em di demekê de yad û bîra 32`emîn salvegera terora rêberê nemir Dr. “Qasimlo” dikin ku krîza Komara Îslamî li navxwe û li astê derve di berfirehbûn û kûrbûnê de ye, nemaze piştî bûyerên pêwendîdar bi şanoya hilbijartina Serkomarî li 28`ê Cozerdana 1400`an a Rojî, zêdetir ji berê krîza rewtiyê pêsîra wê rejîmê girtiye.

Baykota berfireh û bêmînak a hilbijartinê ji aliyê piraniya part û saziyên siyasî û çalakvanên sinfî û medenî li hundir û derveyê welat, bi rohnî derdixe ku hikûmet zêdetir ji hertimî ji xelkê welat veqetiyaye û komelên xelk bawerî û mitmane bi Komara Îslamî nemaye.

Rêberê rejîmê Elî Xamineyî, beriya hilbijartinê daxwaza hatina ser kar a “dewleteke înqilabî” kiribû. Ji dîtingeha Xamineyî ve dewleta înqilabî yanî dewletek ku bo bidestveanîna siyaset û bîrûhizra wî hewil bide û eva jî bi vê wateyê ye ku bi bê wêde û wêde guhgirê “rêber” be, li ser şandina şoreşê û mudaxilekirin di nav karûbarê navxweyê welatên deverê bi mebesta navhevdan û nearamkirina wan berdewam be, terorîzma dewletî berfireh bike, li ser bernameya xwe ya navkî û mûşekên balistîkî berdewam be, girûpên çekdar ên ser bi rejîmê di deverê de xwedan bike û piştevaniya wan bike, dijayetîkirin digel Rojavayê beşeke din ji siyaseta “dewleta înqilabî” dibe û …

Komara Îslamî pêka adetê rejîmên daxistî û îdolozî, bi sedema vê ku şiyan û îradeya çareserkirina krîzan nîne, ber bi yekdestkirina hikûmet û serkutkirina her dengeke azadîxwazane ve penah biriye. Lê bi alxahînî ve û pêka ezmûn, gelek pê naçe ku dirz dikeve nava wê yekdestiyê û rejîm ber bi lawazî û rebeniyê ve diçe. Surûşt û pêkhateya rejîmên serberedayî û gendel di nav xwe de berhemanînê natebayî û dualî ne.

Bi vê halê jî, rejîma dîktator bi vê yekê paşekêşe nake û nayê herifîn. Bo vê mebestê yekgirtî û xwerêkxiswtina opozîsiyon ji alternatîveke demokratîk û hemûalî de pêwîst e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê digel part û rêkxistinên din ên Rojhilatê Kurdistanê rewşa îroyiya Kurdistanê û Îranê bi awayekî dirust danîne ber hev û biryar dane bi hev re û bi piştevaniya hertimî ya gelê xwe, bi hêza yekgirtiya xwe Rojhilatê Kurdistanê bikin bi bandordar, li dijî zilmê û zordariya Komara Îslamî ya Îranê derkevin û heta gihîştin bi armancên netewî dest ji xebat û cangoriyê hilnegrin û mizgîniya azadî û serbestiyê bo Qasimloyê nemir û tev şehîdên serbilind ên rêya rizgariya Kurdistanê bişînin.

Di meha Pûşperê de cihê xwe ye ku em car din ziyaneke mezin vebîr bînin. Roja 24`ê Pûşpera 1378`an a Rojî, Seyîd Selam Ezîzî, Endamê Deftera Siyasî yê wê demê yê Hizbê, bi sedema nexweşiyê malavayî ji me kir. Bi sedema koça dawî ya Seyîd Selam Ezîzî wek rêberekî micid û xebatkar, xisareke mezin li Partiya Demokrat û xebata me ya rewa kevt. Yad û bîra Seyîd Selam Ezîzî bilind û riha wî şa be.

Yad û bîra rêberê navdar Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer û Dr. Qazil Resûl bilind be

Mirin û neman bo rejîma terorîstî ya Komara Îslamî

Serkeve xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd li pêxema bidestveanîna armancên bilind ên Qasimloyê hertim zîndî.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî

21`ê Pûşpera 1400 a Rojî

12`ê Temûza 2021`an