Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwazek ji dorandinê

11:34 - 24 Çirriya pêşîn 2021

Kerîm Perwîzî

Weliyê Feqîh dixwaze Bexda aloz bibe û bi berdewamî guhdarê axûndên Qum û Cemaranê be. Di rewşek sar û tejî ji bêhêvîtiyê de, li 18`ê Rezbera sala 1400an a Rojî, (10`ê Octobera sala 2021)`an hilbijartina pêşweqt a parlemana Îraqê bi rê ve çû. Keşa hilbijartinê lewma sarî û bêhêvîtî pêve xuya bû ku piştî çendîn dewre hilbijartin li Îraqê û çend qonaxên cuda ên şerê navxweyî û bûyerên mezin, xelkê bi lidarxistina xwenîşandanan daxwaza guherinkariyan dikirin û ji parleman û hilbijartinê bêhêvî bûn. Bi taybet tevahiya xelkê çavnihêriya vê yekê dikirin ku wê carê jî wekî carên din rejîma Komara Îslamî bi rêya girûp û taqimên nêzî xwe ve bi fêl û destkarîkirinan encama hilbijartinên parlemana Îraqê bi qazancên xwe biguherin û girûpên girêdayê Spaha Pasdaran û axûndên Qumê desthilatdarê Bexdayê bin.

Tevî ku gelek ji xelkê Îraqê hilbijartin baykot kiribûn û nêzî ji %60 xelk neçûne ser sindoqên dengdanê, lê bi sedema vê yekê rê ji fêl û destkariyan hatibû girtibû û çavedêriya navnetewî li ser sindoqan bû û îdareya Bexdayê û bi taybet “El-Kazimî” dixwastin hilbijartin bibe cihê baweriya xelkê, encama hilbijartinan bû bi derkevtina beşek ji xerîteya rast a hêz bi awayê giştî di Îraqê de, helbet ên ku beşdarê hilbijartinan nebûn bereyek zêdetir bûn.

Bilî hilbijartinên Îsraîlê, eva bêmînaktirîn hilbijartin li Rojhilata Navîn bû ku hilbijartin di asta welatek tejî alozî wekî welatê Îraqê de bi rê ve here û hilbijatinek bi tevahî azad û herwisa dadperwerane û bê fêl û destkariyek qedersaz be!

Lewma em dibînin ku Komara Îslamî ya Îranê ji wê hilbijartinê tûre ye û girûpên ser bi wê jî dorndine, çimkî wan derfeta fêlatiyê nebû!

Şikesta Komara Îslamî ya Îranê û aliyên girêdayê wê di hilbijartina azad û dadperwerane de rastiyeke bingehîn e ku hertim egera qewimîna wê heye, lewma rejîma Îslamî ya Îranê ji sindoqên azad û dadperwerane bêzar e û gelek hez ji sindoqên tejî fêl û şanokariyan dike.

Girûpên girêdayê rejîmê di wê bûyera dîrokiya Îraqê de sindoqên azad û dadperwerane dorandine û bo guherîna encama hilbijartinê gefa bikaranîna çekan dixwin! Eva dûbare zivirîna bûyer û kiriyaran e bo mala pîlanên Komara Îslamî. Bereyek zêde ji xelkê Îraqê baweriya wan bi hilbijartinan nemabû û ew hilbijartine dikare baweriyê li cem xelkê dirust bike, lê Komara Îslamî naxwaze sindoqên dengdanê pîver û pîvane bin!

Komara Îslamî û her bîrkirinek wek wê ku baweriya wan bi azadî û dadperweriyê nîne, sindoqên dengdanê ku yek ji pîverên demokrasiyê ye bikar nayînin, belkî hertim dixwazin rewş aloz û awarte be heta ku bikarin sindoqên dengdana azad a xelkê bêhitbar bikin û gef, girûpên givaş û milîs diyarîkerê encama pirsgirêkan bin.

Dorandinek dijwar li pêşiya Bexdayê ye, an sindoqên azad û dadperwerane dengê xelkê bike pîver û pirsgirêkên xelkê bibe nav parlemana nûnerên xelkê û li wir çareser bike, an milîs û givaşên derdor dê serkevtî bin û di wê halê de Bexda dê paşerojeke aloz hebe û di rewşa awarte de be.