Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêrankirin di nav gendelkariyê de

10:54 - 7 Adar 2020

Kerîm Perwîzî

Sîstema Koloniyalîstî ya hakim li Îranê, di hember nexweşiyeke wêrankar ya wekî Koronayê de, ne alîkariya xelkê kir û ne jî sîstemek bo tendirustî ava kir ku bi hawara xelkê de here, belkî bixwe bi sedema anîna wê nesaxiyê û bi biryarên paşmayî û dijîmirovahî ji rêya „Mahan Air“ê ve Korona anî Îranê û herwisa ji rêya qerentînenekirina Qumê ve, di nav tev Îranê de belav kir.

Niha tev Îran Korona girtiye û hemû civatgeha Îranê gefa Koronayê li ser wan e û civatgeh bixwe digel wê nesaxiyê şer dike.

Rejîm bi tenê mijûlê parastina kesên nêzî xwe û berpirsên xwe ye û Spaha Pasdaran jî mijûlê gendelîkirinê ye ku tiştên saxte difiroşe xelkê!

Niha tev civatgeha Îranê metirsiya vîrûsa Koronayê li ser wan e, û ti hêviyeke wan bi dezgehên Tendirustî yên rejîmê nînin, û bixwe mijûlê xweparastina canê xwe ne. Di wê demê de ku tev Îran mijûlê Koronayê ye, rejîma Îranê jî mijûlê gendelkariyan e, ku piştî derbasbûna Koronayê jî, jiyana wê civatgehê aram nabe.

Di van rojan de, bi sedema ku rejîmê mercên navdewletî qebûl nekirin, Îran kete nav rêzbenda reş a sîstema cîhanî ya li dijî spîkirina pare û vê biryarê bazirganî û aborî ya Îranê zêdetir wêran kir.

Her di wan rojan de, dûbare Ajansa Navneteweyî a Wize a Navkî di raporekê de dabû zanîn ku, Komara Îslamî bilez Oraniyoma meyandî zêde dike û sê binkeyên din ên navkî hene, ku rê bi ajansê re nedaye serdana wan bike!

Di heman demê de wê rejîmê hem pêşî ji firîna balafirên „Mahan“ bo welatê Çînê negirt, û bi berdewamî jî mijûlê anîn û birina tiştên nexuya bû, û di heman demê de jî Sîstema Tendirustî a Cîhanî ragihand, ku ew rejîme li derheq kontirolkirina nesaxiya Koronayê de rastî şikestê hatiye, û amarên wê jî rast nînin!

Di halekê de ku fezaya rewanî ya Koronayê, mijûl e bi bêdengî derbas dibe, rejîma Îranê di roj û mehên pêşerojê de, rastî givaş û cezayên zêdetir tê, û jiyana xelkê zêdetir rastî metirsiyan dibê.

Di wê demê de ku jiyana civatgehê rastî hejariyeke giran hatiye û Koronayê jî hêza civatgehê birrî ye, ti sîstemeke din a dîktatorî weha nebûne, bo mînak, sîstema dîktatorî a Çînê di hizra civatgehê de bûye, û hemû îmkanatek bo parastina canê civatgehê dabîn dike, da ku belaya wê nesaxiyê jê vebe. Lê rejîma Wilayeta Feqîh, naşibhe ti sîstemeke dîktatorên, û ji bo malwêraniya xelkê dest ji wêrankariyên xwe bernade, û paşeroja Îranê ber bi karesatê ve dibe.

Di welatên din de belkî Korona jiyana xelkê bêxe metirsiyê û piştre bi berengarîkirin a hemû aliyekî, wê nesaxiyê derbas bikin û bigihîjine qonaxa asûdebûnê. Lê di Îranê de piştî derbasbûna Koronayê, ti asûdeyiyek tunabe, û niha rejîma Wilayeta Feqîh, mijûl e ku roj û mehên piştî desrbasbûna Koronayê jî wêran dike.

Çavkaniya karesat a civatgeha Îranê, rejîma Koloniyalîstî a hakim e û tenê bi hişkkririna bingehên wê rejîmê û agirberdana cenazê rejîmê, xelkên Îranê wê demê dikarin bi asûdeyî bijin.