Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gef kuştin ji malbata çalakvanekî siyasî yê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve

14:24 - 21 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Rêzgirtina Encumena Kesk a çiyayê Merîwanê ji çalakvanekî siyasî û jîngehparêz yê Kurd, gefxwarina kuştina malbata wî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve, bi pey xwe hişt.

Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”di raportekî de bilav kiriye ku îdareya Ewlehî û Agahî ya Merîwanê gefa kuştinê ji mala çalakê siyasî û jîgehparêz ê xelkê wî bajarî, kiiriye.

Li gorî wê raportê di dawiya hefteya borî de, di 3’emîn gera hilbijardinên desteya birêvebirina Encumena Kesk a çiya de, çavdêr û kora giştî ya encumenê, ji westiyan û çalakiyên Mihemmed Xerîb Feyzî re di warê neqşandina pûster û nîgarkêşî yê de, rêz û hurmet girtên.

Rêzgitin ji wî çalakvanê siyasî ê Kurd ji aliyê Encumena Kesk a Merîwanê ve, bertek dana hêzên ewlehî yên rejîmê bi pey xwe anî û wan perpirsên hikumî ji berhemên wî çalakvanê jîngehparêz lêgerîn kirin û ji malbata wî jî gefa kuştinê xwarin.

Mihemmed Xerîb ji bilî çalakiyê siyasî, di warê jîgeh parêziyî de jî çalakî dikirin. Roja 3’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ew girtibûn û piştre ji aliyê dozgeriya Înqilab a Merîwanê ve ligel cezayê nexdî bi zîndanê hatibû mehkûm kirin.

Ew çalkvanê siyasî yê Kurd, piştî birîna cezayê wî ji aliyê dozgeriya Înqilab ve, bi sdema givaş û zextan navendên ewlehî yên rejîma Îranê, bi neçarî warê xwe bi cî hişt û bera xwe da drweyî welat